Li Cizîrê şer: Herî kêm leşkerek hat kuştin
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîş didomin, dema hêzên dewleta Tirk hewl dan ji Lîseya Anatolya ya Ataturk ya li ketina Fermandariya Garnîzonê bikevin Taxa Nûrê şer rû da.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîş didomin, dema hêzên dewleta Tirk hewl dan ji Lîseya Anatolya ya Ataturk ya li ketina Fermandariya Garnîzonê bikevin Taxa Nûrê şer rû da.
Dema hêzên dewletê hewl dan bi dizî bikevin Taxa Nûrê ya li Cizîrê ku êrîş lê didomin, şer derket. Di şer de herî kêm leşkerek hat kuştin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîş didomin, dema hêzên dewleta Tirk hewl dan ji Lîseya Anatolya ya Ataturk ya li ketina Fermandariya Garnîzonê bikevin Taxa Nûrê şer rû da. Di encama pevçûna demdirêj de hate ragihandin ku herî kêm leşkerek hat kuştin û her wiha gelek leşker û polîs jî birîndar bûn.
Hêzên dewleta yên hewl dan bi dizî bikevin taxê dema xwe kişandin Fermandariya Garnîzonê pevçûn sekinîn, gelek tank û wesayîtên zirxî yên Kobra sewqî cihê pevçûnê hate kirin. Ji wesayîtên zirxî tax demek dirêj hat gulebarandin. Ji ber gulebaranê gelek malan xisar dît. Şêniyên taxê vê êrîşa bi tîlîlî û dirûşmeyan ve protesto kir.
Piştî şer ji Tabûra Tankê ya Cizîrê tevgera helîkopteran destpê kir.