YDG-H: Berxwedan didome, li Sûrê 5, li Cizîrê 4 çete hatin kuştin
Li gor daxuyaniyê, di çalakiyên bersivdayina qetlîamên dewletê yên li ser sivîlan de li Sûrê 5, li Cizîrê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin.
Li gor daxuyaniyê, di çalakiyên bersivdayina qetlîamên dewletê yên li ser sivîlan de li Sûrê 5, li Cizîrê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H) têkîldarî encamên şerê di berxwedana li dijî hêzên dewletê de daxuyanî da.
Li gor daxuyaniyê, di çalakiyên bersivdayina qetlîamên dewletê yên li ser sivîlan de li Sûrê 5, li Cizîrê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin.
YDG-H daxuyaniyek nivîskî weşand, di daxuyaniyê de êrîşên li ser Kurdistanê didomin hat bibîrxistin û hate diyarkirin ku li dijî vê jî berxwedana topyekun didome.
DI BERSIVDAYINA LI CIZÎRÊ 4 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
YDG-H destnîşan kir ku rejîma AKP’ê ya ku têkçûna xwe ya di êrîşan de li xwe danîne, sivîlan dike hedef, da xuyakirin ku ji bo bersivdayina sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin, li taxên Yafes û Cûdiyê çalakî hatin lidarxistin.
Hat ragihandin ku 28’ê Kanûnê di çalakiya bersivdayinê de herî kêm 4 tîmên taybet hatin kuştin.
Li Cizîrê 28’ê Kanûnê yek jê 5, yê din 15 salî, 2 zarok ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.
5 ENDAMÊN JOH ÊN HEWLDAN BIKEVIN MALAN HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniya YDG-H’ê de têkîldarî berxwedana Sûrê ev agahî hatin parvekirin:
“27’ê Kanûnê saet 15.00’an li taxa Hasirli ya navçeya Sûr a Amedê li dijî hêzên dijmin ê xwe bicihkirine, ciwanan di çalakiya xweparastinê de leşkerek kuştin. 28’ê Kanûnê saet 10.00’an li nêzî Yenî Kapi dijmin hewlda bikeve malekê. Li ser bersivdayina ciwanan a xweparastinê li vir 2 çete hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de li Taxa Karadenîz saet 05.15’an dijmên hewl dan bikevin malekê rastî berxwedana xweparastina ciwanan hatin, 2 leşker hatin kuştin. Cenazeyên dijmin ji bo demekê di bin kontrola ciwanan de ma. Piştre hêzên dijmin çengel avêtin van cenazeyan û bi erdê re kaş kirin, birin. Piştî vê bûyerê mertalekî dijmin hatiye desteserkirin. Her wiha di heman rojê de di çalakiya xweparastinê ya ciwanan ji bo bersivdayina êrîşên dijmin ên li ser Taxa Hasirli de mirî û birîndarên dijmin çêbûn, lê têkîldarî hejmara zelaliyek çênebû.”
WÊ ÇETEYÊN QESRÊ NIKARIBIN XWE BIGIRIN
Di dawiya daxuyaniya YDG-H’ê de ev hişyarî hatin kirin;
“Bila çeteyên Qesrê û hevkarên wî vê baş bizanibin ku; wê nikaribin xwe li nexweşxaneyan, otelan, dibistanan û malên gel ên ku wek biryargehên leşkerî bikartînin bigirin. Her wiha wê li hemberî êrîşên nemerdî û derveyî mirovahiyê yên li dijî sivîl û zarokan jî wê qat bi qat bersiv bê dayin. Wek YDG-H’ê banga me ji gelê me re ev e; divê ti carî nehêlin ne ev çete û ne jî saziyên girêdayî çeteyan li bostek axa Kurdistanê bisekinin.”