Li Amedê êrîşa polîsan: 2 kes birîndar bûn

Ji pêkhateyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB bi hezaran endamên rêxistinên civakî yên sivîl ber bi Meydana Şêx Seîd ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Ji pêkhateyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB bi hezaran kedar, ji bo dorpêçî û êrîşên 28 roj in li Sûrê hene şermezar bikin, ber bi meydana Şêx Seîd ve meşiyan. Girseya gel a bi alên KESK, DÎSK, SES, TMMOB û TTB meşiya, dema gihaşt meydana Şêx Seîd, rastî benda polîsên tîmên taybet û maşînên zirxî hat. Kedkaran bi qasî nîv saetê li ber benda polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dirûşmên "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav" û "Bijî berxwedana Sûrê" dirûşme qîriyan.

Li ser navê girseya gel Berdevkê Demê yê KESK'ê Erdal Ûysal daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Em weke rêxistinên ked û pîşeyî, ji ber berpirsyariya xwe dibêjin, ku ev rê rêya herikîna xwîn û rondikên çavan e, di vî şerê qirêj de jin, zarok, xizan, kedkar, karker, girseyên gel wê berdêlên giran bidin."

Ûysal ragihand ku roj ne roja temaşekirina li qewimînan e û got, "Roj ew roj e ku em li dijî şerxwazan bi dengekî bilind û bi wêrekî bêjin; yên tên kuştin zarokên me ne. Bijî wekhevî Û biratiya gelan."

Piştî daxuyaniyê girse li ber tilîlî û çepikan ber bi Ofîsê ve meşiya. Lê belê li ser rêya Ekîncîlerê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 2 kesên ku kapsula gazê li wan ket, birîndar bûn.

Kedkarê çapemeniyê Merdan Berk ê kapsula gazê li her du lingên wî ket û birîndar bû rairin Nexweşxaneya Baglar Yaşam. Ciwanekî nasnameya wî nehat hînbûn, ku kapsula gazê li paş stuyê wî ket û gelekî xwîn jê çû, rakirin navendeke tenduristiyê.