Li ser banga KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, kedkarên li Wanê jî bi şiyara "Em bi hêza xwe ya ji hilberînê werdigirin re jiyanê disekinînin" dest ji kar berdan. Di dema dayîna daxuyaniyê de endamên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, rêveberên DBP û DBP û bi hezaran kes amade bûn.
Berdevkê Demê yê KESK'ê Serokê Şaxê Yapi-Yol Senê Îbrahîm Çelîk daxuyanî da û anî ziman ku hêzên dewletê dibistan û nexweşxane ji xwe re kirine biryargehên leşkerî.
Çelîk bal kişand ser komkujiyên bi destê hêzên dewletê li navçeyên Kurdistanê tên kirin û got, "Êdî pêkanîna mîtîngê, derketina kolanan an jî derketina pêşiya şebakeyê, tê wateya mirinê."
Çelîk ragihand ku herî zêde jin, zarok, extiyar, xizan, karker û kedkar zerarê ji şer dibînin û ev bang kir: "Roj ne roja temaşekirina li bûyeran e. Divê em ji şerxwazan re bi dengekî bilind û bi wêrekî bêjin; Yên tên kuştin zarokên me ne. Bijî biratiya gelan. Roj roja sekinandina şer, roja avakirina aştiyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin, ji bo jîndarkirinê deng bidin aştiyê. Lewma em bang li hemû hêzên ked û demokrasiyê dikin ku li dijî şer ji bo avakirina aştiyê, li qadan bi hev re tevbigerin."