KJK: Berxwedana gelê Kurd projeya hevrebûna azad demokratîk e
KJK: Berxwedana îro gelê Kurd raber dike, li dijî tevahî spartinên paşverû-faşîst, projeya hevrebûna azad demokratîk e.
KJK: Berxwedana îro gelê Kurd raber dike, li dijî tevahî spartinên paşverû-faşîst, projeya hevrebûna azad demokratîk e.
KJK: Berxwedana îro gelê Kurd raber dike, li dijî tevahî spartinên paşverû-faşîst, projeya hevrebûna azad demokratîk e.
Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku AKP’ê di fikra gelan de meşrûtiyeta xwe winda kiriye, wiha got: “Sekinandina vê hêza ku herî zêde jinan dike hedef û bi qetilkirina jin û zarokan desthilatiya xwe sexlem dike û têkoşînkirin, nirxê jiyanê yê azad ê herî bi rûmet ê tevahî jinên Kurd û Tirkiyeyê ne. Li ser vî esasî em bang li tevahî jinan dikin kul i hemberî faşîzma AKP’ê li Deklerasyona Xweseriya Demokratîk a ku îradeya yekbûna azad û pirrengî derkevin.”
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd û têkoşîna xweseriya demokratîk li dijî derbeyên desthilatdariya herî faşîst, şovên a di dîroka Komarê de, perspektîfa çareseriya Rojhilata Navîn û rêya derketinê ya yekane ye, wiha dewam kir:
“Deklerasyona Xweseriya Demokratîk a Kongreya Civaka Demokratîk a ku xwe dispêre tecrubeya xwerêveberiya gelê me û nirxê çandî yê dîroka vê erdnîgeriyê, çavkaniya çareseriyê pirsgirêkên gelê Rojhilata Navîn e. Perspektîfa çareseriyê ya herî demokratîk û mirovî ya li dijî şerê taybet-qirej ê rejîmên yekperest-faşîst-înkarker e. Li dijî vê kombûna şerê taybet rêya rizgariyê û bi rûmet berxwedana û xwedîderketina çareseriyê ye. Kurdan di vê dema herî tarî ya her cure hêzên antî-demokratîk, faşîst û tarî wek hêza berxwedan û çareseriya demokratîk bi têkoşîna xwe ya 40 salan nîşan daye ku hêza zîhniyeta aştiyê û jiyanê ya Rojhilata Navîn e.
Karektera yekperest-mezhepperest û faşîst derbeker a AKP’ê ya ku projeyek dizaynkirina Rojhilata Navîn a ji aliyê hêzên navneteweyî ye, bi tevahî milên xwe derketiye holê. Navê sazîkirina û mayîndekirina rejîma 12’ê Îlonê ye. Meşrûtiyeta xwe di fikrê gelan de winda kiriye. Sekinandina vê hêza ku herî zêde jinan dike hedef û bi qetilkirina jin û zarokan desthilatiya xwe sexlem dike û têkoşînkirin, nirxê jiyanê yê azad ê herî bi rûmet ê tevahî jinên Kurd û Tirkiyeyê ne.
Li ser vî esasî em bang li tevahî jinan dikin kul i hemberî faşîzma AKP’ê li Deklerasyona Xweseriya Demokratîk a ku îradeya yekbûna azad û pirrengî derkevin. Berxwedana îro gelê Kurd raber dike, li dijî tevahî spartinên paşverû-faşîst, projeya hevrebûna azad demokratîk e. Em bang li tevahî gelê xwe û derdorên demokratîk, gelên Tirkiyeyê dikin ku hê xurttir xwedî li vê projeyê derkevin, zêdetir berxwedanê raber bikin û bi têkoşînek topyekun ve rê nedin faşîzmê. Em van demên tarî bigihînin rojên ronahî û azad. Em Tirkiyeyê veguherînin hilgirên bi rûmet ên jiyana demokratîk û bihevrebûna azad a gelan. ”