Mêrdînî yê bimeşin Kerboranê

Mêrdînî yê sibehê bi pêşengiya DBP'ê bimeşin navçeya Kerboranê. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu bi gotina "Gelê Kerboranê bi qatlîaman re rû bi rû ye" banga tevlibûna meşê kir.

Mêrdînî yê sibehê bi pêşengiya DBP'ê bimeşin navçeya Kerboranê ya ev 19 roj in di bin dorpêçê de ye. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu bi gotina "Gelê Kerboranê bi qatlîaman re rû bi rû ye" banga tevlibûna meşê kir.

Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê ji bo şikandina dorpêça li navçeya Kerboranê ku ev 19 roj in di bin êrîşa hêzên dewletê de ye banga meşê kir. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu diyar kir ku gelê Kerboranê bi qatlîaman re rû bi rû ye û wiha axivî: "Li dijî van qatlîaman bêdengî hevkariya qatlîaman e. Em li vir bang li hemû sazî, demokrat û kesên alîgirên aştiyê ne dikin. Ji bo rawestindan qetlîamên ku li Kerboranê diqewimin em dixwazin hemû beşdar bibin. Dİvê êdî em bêdeng nemînin."

Agaoglu anî ziman ku sibehê saet di 11.00'an de li Mîdyadê kom bibin û ji bo piştgiriya gelê Kerboranê ber bi navçeyê ve derkevin rê.