Li Kerboranê 2 teqînên dijwar rû dan

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û berxwedana gel a li dijî êrîşan di roja 19. de dewam dikin.

Di roja 19. a berxwedana Kerboranê de, li dû hev 2 teqînên dijwar rû dan. Li ser encamên teqînan agahiyek zelal nehat bidestxistin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û berxwedana gel a li dijî êrîşan di roja 19. de dewam dikin. Li taxa Safa ya rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk tê, danê sibehê li dû hev 2 teqînan rû dan. Li ser encamên teqînan agahiyek zelal nehat bidestxistin.

MAŞÎNÊN ZIRXÎ BER BI NEWALA AŞÊ VE HATIN VEGUHASTIN

Li aliyê din, hat ragihandin ku maşînên zirxî ber bi Newala Aşê ya Kerboranê ve hatine veguhastin. Tê gotin ku li herêmê amadekarî ji bo operasyoneke leşkerî tê kirin.