Gerîlayan li Amedê kontrola rê kirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li ser rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê, kontrola nasnameyan kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku roja 28'ê Kanûnê saet di navbera 16:00-18:00 de rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê ji aliyê hêzên gerîla ve hatine kontrolkirin. HPG'ê diyar kir ku gerîlayan li vê derê kontrola nasnameyan kirine û li ser pêvajoyê agahî dane gel.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 21'ê Kanûnê de li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê artêşa TC dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Roja 22'ê Kanûnê di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Di vî şerî de gerîlayekî me yê têkiliya me pê re qut bû, şehîd ket. Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye, wê piştre bê aşkerkirin."

LI HEMBERÎ METÎNA ÊRÎŞA BI TOPAN

HPG'ê da zanîn ku îro saet di navbera 02:00-03:00 de, qereqola Tepê Sor a li ser sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, bi obus, hawan û tankan êrîşî qadên Şehîd Mazlûm, Şehîd Şoreş û tepê Hakkarî kir.

28'ê Kanûnê saet di navbera 16:00-17:00 de qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI SER QENDÎLÊ BARANDIN

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 29'ê Kanûnê saet di 00:30 de balafirên şer ên artêşa TC, derdora gundên Silê û Ebûbekîr ên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.

28'ê Kanûnê saet di navbera 22:30-00:00 de li ser herêma Qendîlê, saet di navbera 05:30-18:00 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 12:30-14:30 û ji saet 20:00 heta saet 03:00 ê 29'ê Kanûnê li herêma Zapê, di navbera 28-29'ê Kanûnê saet navbera 22:30-06:30 de li Metîna, heman rojan saet di navbera 22:30-02:30 de li ser herêma Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin.

28'ê Kanûnê saet di navbera 22:00-23:00 û 29'ê Kanûnê saet di navbera 02:00-03:00 de herêma Zapê, heman rojan saet di navbera 22:30-02:30 de li herêma vaşînê, roja 29'ê Kanûnê saet di nabera 02:00-03:00 de li herêma Metîna balafirên şer geriyan."