Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku AKP ji qirkirina çandî derbasî qirkirina fîzîkî bûye û got, "Îlana YPS, gelekî girîng e. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberî û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve."
Kalkan ji televîzyona MED NÛÇE re axivî û destnîşan kir ku ji 24'ê Tîrmehê û pê ve, bi biryara şerê taybet a di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de hat wergirtin re qirkirina fîzîkî destpê kiriye.
Kalkan got, "Dema qirkirin ji aliyê fîzîkî ve destpê kir, saziyên qirkirina çandî herêm terikandin. Di destpêkê de qadên qirkirina spî dibistan, veguherîn biryargehên artêşê û komkujî û tehcîrê destpê kir. Du rêbazên bingehîn ên qirkirinê hene; komkujî û koçberkirin. Her du jî niha li hemû navçeyên Kurdistanê bi rêxistinî û zanebûn, li taxên welatparêz tên meşandin. Ev yek qirkirin e."
'XWERÊVEBERÎ WÊ BI SER BIKEVE, WÊ GELEKÎ MEZIN BI SER BIKEVE'
Kalkan vîna berxwedêr a gelê Kurd silav kir û anî ziman ku vîna xweparastinê, vîna xwerêveberiyê ya li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û tevahiya gelê Kurdistanê gelekî hêja ye û mafekî bingehîn ê pîroz e.
Kalkan got, "Îlana YPS'ê yanî îlana xweparastinê girîng e, li gorî min hinekî dereng jî maye. Ez hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Ew bi rastî jî şehîdên mirovahiya azad, Kurdistana azad in. Şehîdên Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk in. Gel êdî biryara vê dide; lîstikên 'em ê bi siyasetê çareser bikin' ên AKP'ê red dike. Êdî dibêje 'ji van lîstikan têr im'. Êdî hêviya xwe ji wir nîne, têkiliya xwe bi wan re dibire. Dibêje 'eger azadî were, wê bi berxwedan û têkoşînê were'. Wê çalakiya xwe mezin bike û bi ser bikeve. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberiyê û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve, wê gelekî mezin bi ser bikeve. Di nava van şeş mehan de piraniya plan û hîleyên AKP'ê ji hev hat xistin, AKP ket nava tengaviyeke mezin. Mîna serketinên YPG/YPJ, YBŞ, HPG'ê wê serketinên mezin di vir de bi dest bikevin. Wê berxwedana azadiyê ya keç û xortên Kurd bi ser bikeve; pêwîste di vir de ti şik û guman nebe. Dibe ku berdêla wê giran be, demekê dewam bike, zehmetî rû bidin; divê em van bidin ber çavê xwe, ji ber ku azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Divê mirov bi dayîna berdêlan bi dest bixin, ku qîmetê xwe, wateya xwe zêde be. Pêwîste gelê Kurd, welatparêzên Kurd vê bibînin. Êşên me gelekî zêde ne, lê serketinên me wê jê zêdetir bin."
'DIVÊ PDK AŞKERE BIKE; BI AKP'Ê RE ÇI DIDE Û DISTÎNE?'
Kalkan bal kişand ser serdanên Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî yên di nava çend hefteyên dawî de li pey hev ji bo Tirkiyeyê pêk anîn û got, "Me berê gotibûn ku em ne li dijî têkiliyên di warê aborî û bazirganiyê de ne. Lê belê eger têkilî ji vê û wêdetir biçe, ew nabe. Eger ev têkilî ji têkiliyên aboriyê derbas bibe û bigihêje asta têkiliyên leşkerî û veguhere tifaqek li dijî rêxistineke din a Kurd, ev gelekî xetere ye. Ez nabêjim rewş bi vî rengî ye, lê tehlûke ye. Weke PKK em baldar in. Divê PDK û rêxistinên din jî baldar bin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze di navbera rêxistinên Kurdan de şer derxîne. Dema ji PDK'ê re dibêje 'merheba' belasebep nabêje. Hewl dide li hemberî PKK, li hemberî YNK'ê bide şerkirin.
Kalkan, komkujiyên AKP li Kurdistanê dike bibîr xist û got, "Rêveberiya PDK'ê bi qasî min Roboskî nas dike. Li navçeyên Kurdan her roj Roboskiyên nû diqewimin. Rewşeke bi vî rengî heye. Kurd ewçenc hewcedar nîne. AKP ji bo Kurdan hêzeke rizgarker nîne. Di rewşa heyî de ew ne hewcedarê vê dewletê ne. Atmosfereke neyînî diafirînin. Mîna ku Kurd hewcedar in... Mîna ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê gelekî hewcedar e. Em li benda daxuyaniyê ne, çi tê axaftin? Raya giştî ya Kurd dizane bizanibe, ku rêveberiya PDK çi bi AKP'ê re diaxive, li ser çi biryaran didin? Ji xwe weke Kurd, li ser navê Kurdan diçe diaxive. Lewma pêwîstî bi xebateke dîplomatîk a hevpar heye. Amerîkiyan jî gotin; 'Kurd bibin yek, ti kes li hemberî wan bisekine'. Li şûna ku bi PKK, YNK û Goran re tifaqê bike, ne rast e ku bi AKP-TC re tifaq were kirin. Em tevgereke ku li Bakur jî têdikoşin. Pêkhatine ewçend hevdîtinan li dû hev, ji bo me cihê fikaran e. Hikûmeta li hemberî me dixwaze me tine bike. Em dizanin ku dixwaze PDK'ê jî li hemberî me bide şerkirin. Nepêkane ku PDK vê nabîne. Lewma divê baldar bin."
'ŞOREŞA ROJAVA VEDIGUHERE ŞOREŞA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK'
Kalkan bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku felsefe, pîvan û rêbaza şoreşa Rojava, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin, têra afirandina yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk dike û got, "Şoreşa azadiyê ya Rojava îro vediguhere şoreşa Sûryeya demokratîk. Vediguhere sîstema felsefeya Sûriyeya demokratîk. Di vî warî de ji bo yekîtiyê gavên girîng hatine avêtin.
Kalkan da xuyakirin Kongreya Sûriyeya Demokratîk a li ser vê bingehê ava bûye, hêvî daye hemû gelan, civaka Ereb û tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Kalkan got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi heman rengî hêviyek afirand. Di meha Mijdarê de derdora Holê azad kirin, niha derdora Teşrînê azad dikin. Piştî YPG/YPJ'ê bû hêzeke ku li hemberî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest dixe. Bêguman di nav de YPG/YPJ jî hene. Li Sûriyeyê ji bilî wan ti hêz, rêxistinek nîne ku li hemberî DAIŞ'ê bi ser ketiye. Li cihekî din jî nîne. Ev yek bû hêviyek mezin."