Agahî ji jina ku li Dêrikê hat binçavkirin nayê girtin

Agahî ji jina ku beriya 4 rojan li Dêrikê ji aliyê polîsan ve li taxê bi derbkirinê hat binçavkirin û navê wê nehate zelalkirin nayê girtin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê beriya 4 rojan jineke ku navê wê nehate zelalkirin li Taxa Kuçukpinar bi derbkirinê hatibû binçavkirin. Di heman rojê de muxtarê taxê Ramazan Dînler û hevsera wî Remziye Dînler jî di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Tê payîn ku ji ber dema zêde ya binçavkirina Dînleran bidawîbûye,  îro derkevin dozgeriyê.

TI AGAHÎ JI JINÊ NAYÊ GIRTIN

Têkîldarî jineke ku hatibû binçavkirin û navê wê nehate zelalkirin agahî nayê girtin. Parêzerên Dînleran agahiyên binçavkirina jinekê ragihandin, gotin têkîldarî jinê ti agahî bi dest nexistine.

DEREWA KU ‘BI DIZÎ KET QEREQOLÊ’!

Têkîldarî jinê ti agahî nehat girtin, nûçeyên wek, “sekvana jin a bi dizî ket qereqolê hat girtin” û “Di girtîgehê de teşebusî întîxarê kir” ên serwîsî çapemeniyê hatin kirin jî ji aliyê gel wek, “jin hatiye înfazkirin” hat nirxandin.