YPS Silopiya hat îlankirin
Li navçeya Şirnex Silopiyayê berxwedana gel a li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dewam dike. Li vê navçeyê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) Silopiya hat îlankirin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê berxwedana gel a li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dewam dike. Li vê navçeyê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) Silopiya hat îlankirin.
Di roja 19. a berxwedana gelê Silopiya ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de, Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Silopiya hat ragihandin. Di daxuyaniya ragihandinê de hat destnîşankirin, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan mezintir bikin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê berxwedana gel a li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dewam dike. Li vê navçeyê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) Silopiya hat îlankirin. Di daxuyaniya ragihandina YPS de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xwerêveberiyên li Kurdistanê û hat gotin, "Dewleta Tirk bi awayekî faşîstî êrîşî xwerêveberiyên li Kurdistanê dike. Bi ragihandina xwerêveberiyê re di nava 5 mehan de bi sedan mirovên me qetil kirin. Her roj mirovan digire binê çavan û diavêjin binê zîndanan. Li nava kolanan her roj ciwanan qetil dike. Dewlet û rejîm AKP bi mehan e dixwazin gelê Kurd di komkujiyê re derbas bikin û înkar bikin. Bi ti awayî naxwazin Kurdistan û gelê Kurd nas bikin. Di bin navê qedexeya derketina derve de herî dawî li Silopiya, Cizîr, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê komkujî tên kirin. Bi tank û topan malên gelê me bombe dike, bi çekên giran çi şev çi jî roj guleyan li malan direşînin."
'YÊN KU GELÊ KURD NAS NAKIN, EM JÎ WAN NAS NAKIN'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku destûr nayê dayîn gelê Kurd cenazeyên xwe jî veşêre û hat gotin, "Di dîroka cîhanê de tiştekî bi vî rengî nehatiye dîtin, di herikîna dîrokê de şerekî bi vî rengî nehatiye kirin. Dewlet êdî hurmetê nîşanî miriyên Kurdan jî nade. Cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li naverastê, li nava kolanê ma. Di vê kêliyê de jî li Silopiya, Cizîr û Sûrê hînê cenazeyên me li nava kolanan e, li malan e."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Yên ku gelê Kurd nas nakin, înkar dikin em jî wan nas nakin" û ev xal hat destnîşankirin:
"Ji îro û pê ve, em ê jî li dijî dewleta Tirk û rejîma AKP'ê di nava xwerêveberiyê de cih bigirin. Em îlan dikin ku di bin sîwana YPS-Botanê em xwe bi şêweyê YPS Silopiya birêxistin dikin. Em ê êdî bi çekên xwe û bi canê xwe yê fedaî, gelê xwe biparêzin. Bi ti awayî wê hêzên mêtînger nikaribin bikevin nav akolanên Silopiyayê. Em êdî ne hewcedarên dewletê ne, em bi ti awayî dewletê nas nakin. Heta ku hêzên mêtînger li Kurdistanê hebin, têkoşîna me wê bidome. Banga me li ciwanan e! Cihê xwe li nava refên YPS'ê bigirin. Ancax bi vî rengî em dikarin hêzên mêtînger ji Kurdistanê derxînin. Li ser vê esasê ya em ê bi ser bikevin, ya serketin, ya serketin."