Li Ewropa piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê didome

Li Ewropa çalakiyên protestokirina hukumeta AKP’ê û piştgiriya xwerêveberiyê didonin

Li Ewropa çalakiyên protestokirina hukumeta AKP’ê û piştgiriya xwerêveberiyê didonin 

Protestoyên derbarê qirkirinên hukumeta AKP’ê yên li ser Bakûrê Kurdistanê didomin. Kurdistanî û dostên wan li Elmanya û Faransa yê qetlîamên dewleta Tirk protesto dikin û berxwedana xwerêveberiyê silav dikin. Ciwanên Kurd jî li ber avahiya kargehek ku çekan di firoşin dewleta Tirkiyeyê çalakî li dar xistin.

PARÎS

Li paytexta Parîs a Fransa, endamên Navenda Civaka Demokratîk hukumeta AKP’ê protesto kirin. Çalakiya ku li Opera ya Dibistana Muzîkê a Netewî ya Fransa hat lidarxistin. Çalakvanan ji bo balê bikişinin ser qetlîamên dewleta Tirk, kefen li xwe kirin û li erdê xwe dirêj kirin. Di çalakiyê de çalakvana bertek nîşanî bêdengbûna raya giştî a Cîhanê a li hember qetlîamên li Kurdistanê tê jiyankirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Têkildarî çalakiyê belavokên bi Îngilizî û Faransî belavkirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg a Elmanya yê Serokatiya Herêma AABF Bayern kiryarên AKP’ê yên qetlîamwarî protestokirin. Li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê paçê reş daleqand, Berpirsê Rêxistina AABF’ê Bulent Ûgûr, Serokê Herêma AABF Bayern Ercan Kara, Endamê Rêveberê desteya Saziya Baweriyê ya AABF’ê Hasan Erdogan û Serokê desteya Ciwanan a AABF’ê Kamer Guler axifîn.

Di axaftinên di çalakiyê de bal kişandin ser berxwedan gel ya li hember dikdatoriya AKP’ê û têkoşînek hevpar bê meşandin. Di axafinê de wiha hat gotin: “ Kurd û Elewî ji her demê bêhtir divê cih li gel hev bigirin. Weke Elewş em ê her tim li hember zaliman rawestin, piştevaniya bi mazloman re em ê mezin bikin.”

KEHL

Li bajarê Kehl a Elmanyayê aktivîteyên ji bo portestokirina qetlîamên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana xwerêveberiyê tên li dar xistin. Ji aliyê Dîe Lînke standa agahdarkirinê hat vekirin, nêzî 500 belavok hatin belavkirin. Elmaniyan nêzîkaiyên zêde nîşanî standê dan û têkildarî rewşa Bakûrê Kurdistanê agahdar kirin.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen a Elmanya yê Ciwanên Apocî, qetlîama Roboskiyê protesotkirin. Ciwanan 34 kesên ji aliyê balefirên şer yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anîn. Pankarta “Roboskiyê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” bi pirekê ve daleqand. Di çalakiyê de dirûşmên “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” qîr kirin.

HEILBRONN

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê Ciwanên Kurd, Kargeha ku çekan di firoşe Tirkiyeyê protesto kir.

Endamên Ciwanên Azad li pêşiya avahiya Kargeha bi navê AIM INFRAROT-MODULE GmbH ya navenda Heîlbronn kom bûn, çalakiya portestoyê li hember kargeha ku çekan di firoşe Tiriyeyê li dar xist.

Di çalakiyê de pankarta ‘Schluss mit dem Waffenexport an die Türkei’ - ‘ Dawî li firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bîne’ hilgirtin.

Ciwanan daxwaz kirin hemû bazirganiya xwe yên ji bo rejîma AKP’ê bide rawestandin, ji bo polîsan û kargehan têkildarî çalkiyan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Ciwanan diyar kir alavên leşkerî yên tên firotina Tirkiyeyê li Kurdistanê di be sedema qetilkirina welatiyên sifîl.
Ciwanan bal kişand ser qetlîaman û diyar kirin, bi wesîleya salvegera qetlîama Roboskiyê, di rojên dawiyê de li Bakûrê Kurdistanê welatiyên sifîl tên hedef girtin. Di van kiryaran de para kargehan jî heye.

Ciwana got heya bazirganiya çekan bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomin. 

Kargehên ku alavên leşkerî di hilberînin, bi taybet çekên taybet, tank û pêgeyên bê mirov û cîhazên alavên termal yên leşkerî dihilberînin.

...