Di 31'ê Kanûnê de ji Amedê ber bi Sûr û Şirnexê ve meşa mezin

KCD, DBP, HDP, HDK û KJA bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser dorpêça dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdistanê û bang li her kesî kirin ku di 31'ê Kanûnê de tevlî meşa Sûrê û Şirnexê bibin.

KCD, DBP, HDP, HDK û KJA bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser dorpêça dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdistanê û bang li her kesî kirin ku di 31'ê Kanûnê de tevlî meşa Sûrê û Şirnexê bibin. 

Li hemberî dorpêç û qedexeyên li ser bajarên Kurdistanê ku ev bi mehan e berdewam dike, pêngaveke nû ya çalakiyan tê destpêkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyeke hevpar pêşketinên dawî nirxandin. 

Di daxuyaniya hevpar dê hate diyarkirin ku hikumeta AKP'ê komkujiyên xwe bi awayek vekirî berdewam dike û gel jî li hemberî van êrîşan bi îlankirina xwerêveberiyê, xweparastinê pêş xistiye. 

BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşên li Cizîr, Silopiya û bajarên din heta niha bi dehan zarokên Kurd, kal û pîr, jin û ciwan hatine qetilkirin û polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Di daxuyaniya hevpar de her wiha hate gotin ku ev êrîş ne tenê li hemberî gelê Kurd di heman demê de li hemberî gelên Tirkiye û mirovahiyê jî tê meşandin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.

MEŞ LI BER ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZİN A AMEDÊ DESTPÊ DIKE 

KCD, DBP, HDP, HDK û KJA di dawiya daxuyaniyê de bi van gotinan bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li hember terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bikevin nav liv û tevgerê: "Di serî de gelê Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyeyê, derdorên şoreşger û demokratîk, kesên ku dibêjin ez mirov im divê rabe ser piyan û li cem berxwedanê bin. Di 31'ê Kanûnê de saet di 10.00'an de em ê li hember dorpêç û êrîşên di serî de li Sûr, Kerboran, Cizîr û Silopiyayê li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kom bibin, ji vir jî destpêkê ber bi Sûrê piştre jî ber bi Şirnexê ve bimeşin."

HEVSEROK, HEVŞAREDAR, HUNERMEND Û REWŞENBÎR JÎ TEVLÎ DIBIN 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevserokên KCD, DBP, HDP'ê û Hevberdevkên HDK'ê, endamên KJA'yê, nûnerên saziyên civaka sivîl, hevşaredar û hunermend, rewşenbîr û nivîskar jî wê tevlî meşê bibin.