Li Efrînê seferberî hat îlankirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, ji bo ewlekariya herêmê seferberî îlan kir.

Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê di dawiya civîna xwe ya salane ya nirxandina xebata xwe de, da xuyakirin ku ew li herêmê seferberiyê îlan dikin.

Di civînê de Hevserokên Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa û Osman Şêx Îsa, alîkarên wan Remzî Şêxmûs û Ebdullhemîd Mistefa, Endama Komîteya Çavdêriyê Fehmiya Silêman, hemû serok û alîkariyên wan ên desteyan amade bûn. Civîn li Salona Ayenda pêk hat.

Di civînê de raporên xebatê yên salekê hatin xwendin û nîqaş li ser hat kirin. Di civînê de her wiha hin rêzebiryar hatin stendin.

Biryar hat dayîn ku li hemberî gefa ewlekariyê û zêdebûna xeteriya li herêmê, rewşa seferberiyê were îlankirin û tevlîbûna li hêzên xweparastinê zêde bibin.