Tirkiye çek û cebilxaneyan derbasî Ezazê dike

Dewleta Tirk ji Deriyê Sînor ê Bab El-Selame re çek, cebilxane û gelek hêzên xwe yên taybet derbas kir.

Dewleta Tirk ji Deriyê Sînor ê Bab El-Selame re çek, cebilxane û gelek hêzên xwe yên taybet derbas kir.

Li gor çavkaniyên bi bingeh, dewleta Tirk gelek çek û cebilxane derbasî Ezazê kir û radestî çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam kirin. Heman çavkaniyan ragihand ku çekên hatine derbaskirin menzîla xwe zêde ye û her wiha çekên giran in.

Çavkaniyan diyarkirin ku bi qemyonan cebilxane û çek ji Deriyê Sînor ê Bab El-Selame derbasî Ezazê hatiye kirin û bi qemyonan re gelek hêzên taybet jî derbas bûne.

Topbarana çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ên li ser Ezazê ji duh 16.00’an ve didome.