Rojava saleke şoreşgerî ya ji şerekî giran li dû xwe hişt. Sala ku bi serketina Kobanê re destpê kir, tevî pêşketinên leşkerî û xweparastinê, ji aliyê siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê ve rê li ber pêşketinên mezin vekir.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
QAMIŞLO / ANF
sêşem, 29 berfanbarê 2015, 11:10
Rojava saleke şoreşgerî ya ji şerekî giran li dû xwe hişt. Sala ku bi serketina Kobanê re destpê kir, tevî pêşketinên leşkerî û xweparastinê, ji aliyê siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê ve rê li ber pêşketinên mezin vekir.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekirin, di dawiya sala 2014'an de li hemberî Kobanê dest bi pêleke mezin a êrîşan kirin. Ev êrîş, bi pêşengiya YPG'ê ji aliyê hêzên berxwedanê ve hat şikandin. Destpêkirina pêngava azadkirian Kobanê, paqijbûna Kobanê di 26'ê Çileyê de ji çeteyan û îlana serketina YPG'ê, bû sedem ku Kurd û gelên li Rojhilata Navîn bi awayekî serketî dest bi sala 2015'an bikin.
SERKETINA KOBANÊ BIRYARDARIYA GELAN A TÊKOŞÎN Û JIYANA BI HEV RE YE
Di mehên dawî yên sala 2014'an heta Çileya 2015'an, çeteyên DAIŞ'ê û hêzên paşverû yên li pişt çeteyan êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî van êrîşan 134 rojan berxwedaneke destanî hat nîşandan. Serketina Kobanê ku di nava meha Kanûnê de destpê kir û di 26'ê Çileya 2015'an de bi ser ket, weke serketina vîn û baweriyê cihê xwe di dîrokê de girt. Ev serketin ji bo tevahiya mirovahiyê bû nirxekî hevpar. Serketina Kobanê di heman demê de pêvajoya berjêrbûyîna DAIŞ'ê da destpêkirin. Planên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a faşîst hatin pûçkirin û derfetên têkoşîn û jiyana bi hev re ya gelan hatin afirandin.
PAQIJÎ JI KOBANÊ DESTPÊ KIR
Tevgera paqijkirinê ku bi serketina 26'ê Çileyê re destpê kir, li gundên Kobanê dewam kir. Vê pêngava leşkerî Şoreşa Rojava derxist qonaxeke nû. Rêveberiya demokratîk a Rojava li qada navneteweyî rewa bû. Di heman demê de li herêmê veguherî nirxekî hevpar ê temsîla jiyana hevpar a hemû gelan dike,
Di rojên ku serketina Kobanê dewam dikirin de, li kantoneke din a Rojava li Cizîrê, komun û meclîsên gel ku ji hîmên bingehîn ên pêvajoya avakirina şoreşê ye, xbatên xwe meşandin. Bi komunên li her gund û taxan hatin birêxistin re, pêvajoyeke nû ya demokratîk hat destpêkirin.
GEL BI HPC RE BÛ XWEDÎ HÊZA XWEPARASTINÊ
Komunan, tevî qadên civakî, siyasî û çandî, di mijara xweparastinê de jî roleke aktîf hilgirtin ser milê xwe. Bi pêşengiya komunan, Hêzên Parastina Civakî (HPC) ku bi temamî ji gelê sivîl pêk tên, hatin avakirin. HPC'ê di pêngavên li dijî DAIŞ'ê de li cem YPG û YPJ'ê roleke aktîf lîst. Her wiha dest bi parastina tax û bajarên xwe kir.
PÊNGAVÊN TIL HEMÎS Û TIL BERAK
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê derbeke mezin xwarin, ji bo ji Rojava û tevahiya Sûriyeyê bên avêtin, hêzên YPG û YPJ'ê di 21'ê Sibatê de dest bi pêngava Til Hemîsê kirin. Di vê pêngavê de piştî Til Hemîsê, yek ji girîngtirîn navendên çeteyan Til Berak hat azadirin. Li van herêmên hatin azadkirin, komun û meclîsên gel hatin avakirin. Gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Çeçen, civaka Êzidî yên li vê derê yekem car dest bi rêvebirina xwe bi xwe kir. Vê pêngavê piştre li Hol û bejahiya başûrê Hesekê dewam kir
BERXWEDANA DIL TEMIRÊ
Du roj beriya destpêkirina pêngava Til Hemîsê, çeteyên windahiyên giran dan êrîşî gundên Asûriyan ên li Til Temir û derdora Xabûrê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê zêdeyî 30 gundên Asûriyan dagir kirin, bi sedan Asûrî qetil kirin an jî esîr girtin. Ev tevgera dagirkirinê ya çeteyên DAIŞ'ê, bêyî ku xwe bigihîne Til Temirê bi destwerdana hêzên YPG û YPJ'ê, hat sekinandin. Ji 23'ê Sibatê heta 20'ê Gulanê, li dijî vê dagirkeriya çeteyan, li Til Temirê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî ji 7 heta 70 salî her kesî li ber xwe da. Di 6'ê Gulanê de bi destpêkirina Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re bi dehan gundên li vir hatin rizgarkirin, bi sedan çeteyên ji ber panîkê reviyan ji holê hatin rakirin û Til Temir hat azadkirin.
PÊNGAVA FERMANDAR RÛBAR QAMIŞLO PÊVAJOYEKE NÛ DA DESTPÊKIRIN
Ya ku di sala 2015'an de mora xwe li Rojava û tevahiya herêmê xist, bêguman Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bû ku di 6'ê Gulanê de destpê kir û di encamê de Çiyayê Kizwanan, Mebrûka, Silûk û Girê Spî azad bûn. Rizgarkirina van navendên stratejîk ên ji bo çeteyan girîng bûn, ne tenê ji aliyê YPG'ê ve serketineke leşkerî bû, di di heman demê de li qada siyasî û dîplomatîk hêza şoreşa Rojava nîşanî cîhanê da. Di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de di serî de gundên li derdora Xabûrê yên navbera Hesekê-Til Temir, Çiyayê Kizwanan, Mebrûka, Silûk, Eyn Îsa, Girê Spî û bi sedan gundên li dordora wan hatin rizgarkirin, bi sedan çete hatin kuştin. TEV-DEM'ê bi alîkariya rêveberiya xweseriya demokratîk li van deran jiyan ji nû ve ava kir.
ÇETEYAN BI DESTEKA DEWLETA TIRK CAREKE DIN ÊRÎŞÎ KOBANÊ KIRIN
Çeteyan heman piştî vê têkçûnê, bi desteka dewleta Tirk êrîşî Kobanê kirin û bi sedan zarok, jin, extiyar qetil kirin. Li gorî plana çeteyan wê li tevahiya Kobanê komkujiyeke mezin bihata kirin û Kobanê ji nû ve bihata dagirkirin. Bi destwerdana YPG'ê re, çeteyên ku êrîş û komkujî kirin, hatin îmhakirin. YPG'ê li hemberî êrîşên ji derve bersiveke tund da û ev planên dagirkeriyê pûç kir.
JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK HSD AVA BÛ
Tevî serketinên leşkerî yên YPG û YPJ'ê, li qada siyasî û civakî jî gelek pêşketin rû dan. Ji bo ev serketinên Rojava malî tevahiya gelên Sûriyeyê were kirin, di 10'ê Cotmehe de 13 rêxistinên ji gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û Tirkmenan, di bin sîwana hevpar a bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li hev civiyan. 20 roj piştî vê damezrandinê, HSD'ê li bejahiya Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi pêngava xwe ya destpê kir û di encamê de gola Xanûtiniye, bajarokên Xatûniye û Holê azad kir.
Di vê navberê de li Kobanê jî, tevî zerara mezin a li bajêr hat kirin, xebatên ji nû ve avakirinê bi desteka gel hat meşandin û gelê koçber bû, piraniya wan vegeriya.
Di qada perwerdeyê de li Rojva gelan yekemcar li dibistanan bi zimanên xwe yên dayikê perwerde dîtin.
BI BENDAVA TEŞRÎNÊ RE GELAN XWE GIHANDIN HEV
HSD a ku di 10'ê Cotmehê de ava bû, di dawiya sala 2015'an de li ser daxwaza gel li bejahiya başûrê Kobanê dest bi pêngava xwe ya duyemîn kir. Di roja 4. a vê pêngavê de Bendava Teşrînê û bi dehan gund hatin azadkirin. Bi vî rengî aliyê din ê Firatê ji çeteyan hat paqijkirin. Vê serketinê rê li ber gelek pêşketinên dîrokî yên ji bo pêşeroja Sûriyeya demokratîk û serketina Şoreşa Rojava vekir. Di pêngava azadkirina Bendava Teşrînê û gundên derdorê de tevî gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen, tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî jî cih girtin. Di nava demeke kurt a ji 6 rojan de Bendava Teşrînê û bi dehan gund û gundikên li herêmê hatin azadkirin. Bi azadkirina Bendaav Teşrînê re têkiliya Minbic, Reqqa û Cerablûsê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, hat birîn. Bi vê yekê re şoreşa Sûriyeya Demokratîk gaveke din nêzîk bû.
Bi serketina dîrokî ya HSD'ê ya li Bendava Teşrînê û gundên li herêmê re Kantona Kobanê piştî 11 mehan bi temamî azad bû. Rojava bi van serketinan re, bi awayekî gelekî xurt dest bi sala 2016'an dike.