Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê: Dewleta Tirk li hemberî berxwedanê têk çûye

Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç diyar kir ku dewlet û AKP li hember berxwedana gel têk çûne û got: “Ji îro û şûn de ji bilî berxwedanê ti rêyên din ji Kurdan re nemaye.”

Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç got, dewlet li hember berxwedan û têkoşîna 16 rojan a gelê Cizîrê têk çûye. Tûnç wiha axivî: “Dema dewletê hewl da bikeve Cizîrê hesabên dikir û yên niha hevdû nagire. Dewletê texmîn nedikir ku Cizîr ewqasî li ber xwe bide. Em bejna xwe li hember dagirtina kolanan û berxwedana bi rûmet a gelê Cizîrê ditewînim.” 

Tûnç destnîşan kir ku şerekî qirêj îro ji aliyê dewletê tê meşandin, got li dijî sivîlan şerekî bê exlaq di meriyetê de ye. Tûnç axaftina xwe wiha domand: “Rêbazên di ti şerî de li hember sivîlan nehatine bikaranîn ji aliyê dewleta faşîst û hikûmeta AKP’ê ve li ser gelê Cizîrê tê meşandin. Ev rêbazên şerê qirêj bixwazî nexwazî bi awayekî psîkolojîk gel bandor dike. Gelê me yê di salê 90’î de bi zorê hatin koçberkirin li Cizîrê hatin cem hev û ji bo nîşan bidin ku rê nadin koçek duyemîn jî têdikoşin. Tevî rêbazên şerê qirêj jî dewleta ku li Cizîrê serketin bi dest nexist, hewl dide vê carê jî bi taktîkên şerê psîkolojîk ve Cizîrê vala derxe. Eger ve rêbazên şerê qirêj bi awayekî bi dawî bibe an jî navberek bê dayîn wê gelê me yê bi zorê hatiye koçberkirin an jî ji ber ewlehiyê ji malên xwe derketine wê vegerin.” 

‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TI ŞANSÊ GELÊ KURD ÊN DİN TINEYE'

Tunç got, "Dewlet bi xwe jî îtîraf kir ku dixwaze Kurdistanê vala bike" û wiha pê de çû: "Ji Deryaya Reş û Kafkasan dikarin kê bînin li vir bi cih bikin. Gelê me yên gund û gundikên wan hatin valakirin û zilim dîtin careke din axa xwe terk nakin û vala nakin. Yên dixwazin bajarên me vala bikin dixwazin gelê me biçe metropolan û ji wan re koletiyê bikin. Ji vê seatê şunda ji bîlî berxwedanê ti rêyên din ên gelê Kurd nemane."

'HETA KURDİSTANEKE AZAD Û NASNAMEYEKE AZAD NEBE GELÊ CİZÎRÊ QEBÛL NAKE'

Tunç da zanîn ku dewlet ji bo li Kurdistanê mirovan qetil bike tenê krîtera "Kurd" bes dibîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Êdî dewlet ev HDP'iye û ev PKK'iye cudahiyê nake. Ji bo dewletê kurd be bes e. Ji ber vê yekê divê tu kes malên xwe terk neke û yên bi zorê ji malan hatin derxistin jî bila careke din vegerin Cizîrê û berê xwe bidin berxwedan. Dewlet bi tank,top, 10 hezar leşkeran pêşda neçûye. Li hemberî berxwedana gelê me û ciwanên me nikarin gavekê pêş de biçin. Ji vê seatê gelê Cizîrê haya Kurdistanekî azad, serokatiyekî azad û ji gel re statuyek neyê dayîn tu tiştî qebûl nake."

'EM LI HEMBERÎ ZILMÊ SERÎ NATEWÎNIN'

Tunç destnîşan kir ku dibe di têkoşînê de berdêlên mezin jî bidin û wiha axaftina xwe domand: "Dibe ku hêj bêtir bi ser me de bên. Lê ji bilî berxwedanê tu mafên din ên gelê kurd nemane. Bila gelê me yên Cizîrê yê li gundên derdorê dijîn jî berê xwe bidin Cizîrê. Gelê meyê bi 5-6 kesan di Girtîgeha Amedê de li hemberî zilmê serî netewanî niha bi mîlyonan bi tu awayî serî natewîne."

'DEWLETA DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE VALA DERKET NIHA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK DIMEŞÎNE'

Tunç got, "Ez bang dewleta mêtinger dikim" Cizîr nehatiye valakirin û di her alî li ber xwe dide. Tunç da zanîn ku divê hemû kes li hemberî zilmê li ber xwe bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê divê hemû kesên li vir li hemberî şerê psîkolojîk li ber xwe bide. Dewleta di aliyê leşkerî de vala derket li hemberî gelê me 15 roj in şerê psîkolojîk dide meşandin û dixwaze wiha encamê bigire. Gelê me wê berxwedana xwe bidomîne."