Li Şirnex û Mêrdînê kedkaran dest ji kar berdan
Li ser banga KESK, DÎSK û TMMOB'ê, li Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wan ji bo rojekê kedkaran dest ji kar berdan û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, şermezar kirin.
Li ser banga KESK, DÎSK û TMMOB'ê, li Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wan ji bo rojekê kedkaran dest ji kar berdan û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, şermezar kirin.
Li ser banga KESK, DÎSK û TMMOB'ê, li Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wan ji bo rojekê kedkaran dest ji kar berdan û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, şermezar kirin.
ŞIRNEX: Şaxê Genel Îş ê DÎSK'ê yê Şirnexê, li ser banga DÎSK, KESK û TMMOB'ê rojekê dest ji kar berda û li ber avahiya Şaredariya Şirnexê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Leyla Bîrlîk, Alîcan Onlu û Meral Daniş Beştaş jî destek dan daxuyaniyê. Rêveberiya Genel Îş a DÎSK'ê Şaxê Şirnexê Edanûr Bazencîr daxuyanî da û êrîşên li hemberî gelê Kurd şermezar kir. parlamenter Osman Baydemîr jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku êrîşên tên kirin hovîtî ye û berpirsyarên vê hovîtiyê wê ji sedî sed li dadgehên sûcên şer bên darizandin.
MÊRDÎN: Kedkarên endamên KESK, DÎSK û TMMOB ên Şaxê Mêrdînê jî, ji bo rojekê dest ji kar berdan û li Parka Koşûyolûyê li hev civiyan. Li vê dere tevî Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildlirim gelek kes amade bûn. Hevserokê TTB Şaxê Mêrdînê Kamûran Yildirim dia xaftina xwe ya li vir de ragihand ku ew bi konsepteke nû re rû bi rû ne û hewl tê dayîn ku welat veguhere gola xwînê. Parlamenter Yildirim jî got, "Ti cudahiya komkujiyên îro tên kirin ji yên DAIŞ'ê nîne. Di roja îro de pitikên 4 mehî jî tên qetilkirin. Piştî axaftinan girseya gel çalakiya rûniştinê ji bo 10 deqeyan pêk anî û êrîş şermezar kir.
QOSER: Li navçeya Qoserê, girseya gel xwest bi çalakiya 'zincîra aştiyê' komkujiyan şermezar bike. Lê belê piştî demeke kurt polîsan êrîşî çalakiya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê kirin. Girseya gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê. Li aliyê din, kedkarên li navçeya Qoserê îro neçûn ser kar û qedexe û komkujî protesto kirin.
DÊRIK: Li navçeya Mêrdîn Dêrikê kedkarên endamên DÎSK, KESK û TMMOB'ê li ber avahiya Egîtîm-Sen Şaxê Dêrikê li hev civiyan û li ber pankarta bi nivîsa "Bila zarok nemirin, karibin şekir jî bixwin' heta Meydana Cûmhûriyetê meşiyan. Piştî meşê li ser navê girseyê Nûnera SES Şaxê Dêrikê Gulîzar Îpek daxuyanî da û diyar kir ku ji be qedexeyan, jiyana li herêmê hindik maye bisekine. Îpek bang li her kesî kir ku li dijî pêkanînên dewletê rabin ser piyan û li ber xwe bidin." Girseya gel piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşmeyan belav bû.
NISÊBÎN: Li Nisêbînê bi heman armancê endamên DÎSK, KESK û TMMOB'ê meşiyan. Girseya gel ji Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî heta Parka Aştiyê meşiya. Tevî Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
Li Mîdyatê jî bi heman armancê girseya gel ber bi Parka Aştî û Biratiyê ve meşiya û bi daxuyaniyekê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.