KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çete Şêxmeqsûd topbaran dikin: 3 sivîl birîndar bûn
Çeteyên El-Nusra, Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hawanan topbaran dikin, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. -
Li Sûrê 7 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin û 3 jî di dorpeçê de ne
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji tîmen taybet ên Tirk yên ku ev 27 roj in êrîşî gel dikin, 7 hatin kuştin. -
Encu ya ku piştî bîranîna Roboskiyê rewşa wê ne baş bû, jiyana xwe ji dest da
Encu (45) ya ku piştî bîranîna Roboskiyê rewşa wê ne baş bû, jiyana xwe ji dest da. -
Silopiya hat tarîkirin
Li Silopiyayê xetên înternet û telefonan bi temamî hatin qutkirin. -
Li Edeneyê 3 xwendekar hatin girtin
Ji 4 endamên DEM-GENÇ'ê yên li Edeneyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 3 kes ji wan hatin girtin. -
Zarokekî 6 salî hat qetilkirin/ HAT NÛKlRlN
Li navçeya Cizîrê a ku 15 roj in terora dewletê didome, tîmên taybet ên Tirk gule li ser zarokî bi navê Huseyin Selçuk ê 6 salî reşandin û qetil kirin. -
Însiyatîfa Gel a Amedê banga sibehê rawestandina jiyanê li Amedê kir
Însiyatîfa Gel a Amedê, diyar kir ku êdî dem hatiye ku ji terora dewletê ya li ser Sûr û navçeyên din ên Kurdistanê re bibêjin “Êdî bes e”, banga sibehê rawestandina jiyanê li Amedê kir. -
Li Îzmîrê polîsên Tirk êrîşî bîranîna Roboskiyê kir, gelek kes hatin binçavkirin
Li Asançak a Îzmîrê polîsan Trik êrîş bir ser daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo salvegera qetlîama Roboskiyê. Hat diyarkirin ku gelek kes hatine binçavkirin. -
Li Cizîrê wesayîta zirxî li sivîlan gule reşand, bav û kur birîndar kir
Li navçeya Cizîrê Salîh Demîr û kurê wî Emîn Demîr ên diçûn mala xwe ji aliyê wesayîta zirxî ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de bav û kur birîndar bûn. -
Teqîneke mezin li Sûrê çêbû
Li navçeya Sûrê ya ku 27 roj in êrîşên li dijî gel didome teqîneke mezin çêbû. -
Bajarokê Teşrîn hat rizgarkirin
HSD’ê bajarokê Teşrîn rizgar kir. -
Li Swîsreyê protestoyên terora dewleta Tirk didomin
Kurdistaniyên li Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd û qetilkirina zarok, ciwan, kal û bi temamî gelê Kurd a hikûmeta AKP’ê protesto kirin. -
Nazlier û Baran ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Nazlier û Rezan Baran ên di pevçûna li navçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
YDG-H: Çalakiyên xweparastinê didomin
Di çalakiyên bi armanca xweparastinê li navçeyên Cizîr û Silopiya ya Şirnexê hatin lidarxistin de 35 leşker, tîmê taybet û leşker hatin kuştin, her wiha 7 leşker an jî polîs jî birîndar bûn. -
Li Kanadayê qetlîama Roboskî hat protestokirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo salvegera qetlîama Roboskî û Mereşê li Navenda Civaka Kurd bîranînek hat lidarxistin. -
Der barê Demîrtaş de lêpirsîn
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş de lêpirsîn da destpêkirin. -
Cenazeyê Sedat Baran bi dirûşman spartin axê
Cenazeyê Sedat Baran (21) ê li Mersînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di merasîmê de girseyê bênavber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" qîr kirin û hêrsa xwe ya li hemberî dewletê nîşan da. -
Li Silopiya binçavkirin zêde dibin
Di serdegirtinên li hin malên li Taxa Cûmhûriyet a li navçeya Silopiya ya ku terora dewleta Tirk di roja 15. de didome, hejmara binçavkirina zêde dibin. -
Roboskiyan: Qatil AKP’ ye; berxwedana me wê bidome!
Malbatên Roboskiyan, li ser goristana zarokên xwe hêrs nîşan dan. Di meşê de dirûşmên “Qatil Erdogan Wê Hesab Bide” û bi peyama “Berxwedana Me Wê Bidome” da. -
Gelê Cizîrê: Em ê teqez bi ser kevin
Berxwedana gelê Cizîrê yê li hember êrîşên qirkirinê serî natewîne didome. Bi sedana Cizîrî yên ku qedexe nasnekirin, bi dirûşma, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ve li navçeyê meş li dar xistin. -
Pêkanînên artêşa Tirk tên protesto kirin
Çalakiyên protestokirinê yên li hember artêşa Tirk ên wesayîtên zirxî li ser xaka Rojava bi cih kirine û pêkanînên wê yên talankirinê didomin. -
Çeteyan li xeta Efrîn-Ezazê derbên giran xwar
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên duh êvarî êrîşî çeperên HSD’ê kirin derbên giran xwarin. -
Balafirên rejîmê bombe li Şêxmeqsûd barandin
Balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê, bombe li taxa Kurdan a Helebê Şêxmeqsûd barandin. Di bomberdûmanê de sivîlekî jyana xwe ji dest da, 6 sivîl jî birîndar bûn. -
Encu: Li Roboskî komkujiyeke bi plan hat kirin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li ser Komkujiya Roboskî ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 kes bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin, pêşnûmeyeke lêkolînê pêşkêş kir. -
Rojavayiyan 'dîwarê şermê' yê dewleta Tirk protesto kirin
Piştî ku dewleta Tirk li nava xaka Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwêr kir, bi hezaran welatiyên ji bajarê Tirbêspiyê, ji bo şermezarkirina vî dîwarê şermê herikîn gundê Til Cehan ê li ser sînor.