Teqîneke mezin li Sûrê çêbû
Li navçeya Sûrê ya ku 27 roj in êrîşên li dijî gel didome teqîneke mezin çêbû.
Li navçeya Sûrê ya ku 27 roj in êrîşên li dijî gel didome teqîneke mezin çêbû.
Li navçeya Sûrê ya ku 27 roj in êrîşên li dijî gel didome teqîneke mezin çêbû. Têkîldarî encama teqînê agahî nehat wergirtin. Li navçeyê ji ber topa li maleke ket 3 welatî birîndar bûn. Hate hinbûn ku êrîşa li dijî mal û cihên dîrokî berdewam dike.
Li navçeya Sûrê ya Amedê li nêzîkî mîzgefta Kurşunlu teqînekî mezin çêbû. Têkîldarî encama teqînê agahî nehat wergirtin û li taxa Fatîhpaşayê ji ber topebarana ji tankan li maleke 3 kes birîndar bûn. Hate hinbûn ku welatiyên malê derbasî mala cîranê xwe bûne.
ÊRÎŞÎ MAL Û CIHÊN DÎROKÎ DIKIN
Li taxên Hasirli, Savaş û Karadenîzê jî dengê pevçûnan tê. Bi taybetî hêzên dewletê yên li Class Otelê bi cih bûne ji bo ku gel koçber bikin malan bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de hate hinbûn ku hin mal û cihên dîrokî şewitîne.