YDG-H: Çalakiyên xweparastinê didomin

Di çalakiyên bi armanca xweparastinê li navçeyên Cizîr û Silopiya ya Şirnexê hatin lidarxistin de 35 leşker, tîmê taybet û leşker hatin kuştin, her wiha 7 leşker an jî polîs jî birîndar bûn.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedana xweparastinê ya gelê Kurd didome. Di çalakiyên bi armanca xweparastinê li navçeyên Cizîr û Silopiya ya Şirnexê hatin lidarxistin de 35 leşker, tîmê taybet û leşker hatin kuştin, her wiha 7 leşker an jî polîs jî birîndar bûn.

YDG-H daxuyaniyek nivîskî weşand, têkîldarî çalakiyên xweparastinê yên li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk agahî dan.

YDG-H diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên 27’ê Kanûnê ji Garnîzonê li ser taxên Nûr û Cûdî yên girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dabûn destpêkirin didome, destnîşan kir ku ji Garnîzonê bi wesayîtên zirxî yên Kobra êrîş birin ser taxa ku ciwanan girtiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin li ser êrîşa wesayîta zirxî ya Kobrayê ciwanan bi xweparastinê bûne bersiv û wesayît bi temamî îmha kirine, li gor agahiyan 3 polîs an jî leşker hatine kuştin.

Her wiha YDG-H ragihand ku 27’ê Kanûnê hêzên dewletê ji sê baskan êrîşî Taxa Çemrûkê kirine, di vê pevçûna rastî xweparastinê hatiyê de 14 leşker an jî polîs hatine kuştin, 7 leşker an jî polîs birîndar bûne.

YDG-H da xuyakirin ku 27’ê Kanûnê li taxên Zap û Barbaros ên navçeya Silopiya ya Şirnexê ciwanan bi armanca xweparastinê çalakiyek li dar xistine, di çalakiyê de 9 tîmên taybet hatin kuştin. Her wiha ragihand ku li hember malên li Taxa Nûhê yên ku hêzên dewletê bi zorê gel koçber kirin û bi xwe bicihbûn de çalakî li dar xistin, li vir jî 9 tîmên taybet hatin kuştin.

YDG-H’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di encama bersivdayînên li ser esasê xweparastinê yên li dijî êrîşên rejîma AKP’ê ya mêtinger ên li ser qadên xweparastinê, gelek çeteyên AKP’ê hatin kuştin. Divê rejîma AKP’ê û hevkarên wê baş bizanibin ku van êrîşanên nemerdî yên li ser qadên xwerêveberiyê bi ti awayî bê bersiv nemane, wê nemînin jî. Di serî de ciwanên Kurd ên welatparêz, ji bo tevahî demokrat sosyalîstan banga me ye; mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd rewa ye. Pêwîst e ev berxwedanên xwerêveberiyê li her qadên Kurdistanê bên belavkirin û berxwedana heta niha berdewam dikir bê mezinkirin.”