Însiyatîfa Gel a Amedê, diyar kir ku êdî dem hatiye ku ji terora dewletê ya li ser Sûr û navçeyên din ên Kurdistanê re bibêjin “Êdî bes e”, banga sibehê rawestandina jiyanê li Amedê kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê, diyar kir ku êdî dem hatiye ku ji terora dewletê ya li ser Sûr û navçeyên din ên Kurdistanê re bibêjin “Êdî bes e”, banga sibehê rawestandina jiyanê li Amedê kir. Însiyatîfa Gel a Amedê da xuyakirin ku xwendekar neçin dibistanê, memûr û karker neçin kar. Însiyatîfê wiha got: “Divê esnaf kepengan venekin. Ajokar jî qontaxan bigirin. Li her herêma Amedê agirê berxwedanê bê pêxistin, her kes pêşiya mala xwe biparêze. Sibehê wê gelê Amedê di pêşengiya ciwan û jinan de bi ruhê serhildanê dakevin qadan û biherikin Sûrê. Ev dorpêç divê rabe û wê rabe jî. Berevajî, wê bê dem serhildan bidomin.”
Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê bûye hêviya hemû gelên bindest. Însiyatîfa Gel a Amedê bal kişand ser rewşa heyî û destnîşan kir ku îro Şerê Cihanê yê 3. li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Însiyatîfa Gel a Amedê wiha got: “ Ev erdnîgariya ku şer li ser tê meşandin, erdnîgariya Kurdistanê ye. Ji Şengalê heta Kobanê, ji Botanê heta Amedê, li hemû deverên Kurdistanê destanek berxwedanê tê nîşandan. Kurd ne wek beriya sed salan belav, parçe û bê rêxistin e. Di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û PKK’ê de gihiştiye hev, gelekî birêxistinkirî û di azadiyê de hatiye kilîtkirin e. Ev sedsala wê Kurd winda neke, berevajî wê azadiya xwe bi dest bêxe.”
Dewleta Tirk bi hezaran leşker, polîs û çete sewqî Botan û Amedê kirin û qetilkirina gelê Kurd didomîne." Însiyatîfa Gel a Amedê wiha berdewam kir: “ Gelê me yê li Cizîr, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê li hember qetlîaman di nava berxwedaneke bi rûmet de ye. Em gelê xwe yê vê berxwedanê rêxistindike û birêvedibe silav dikin û pîroz dikin.
Li Sûrê dorpêç di roja 28. de didome. Navçeyek me ev 28 roj in bê nan, bê av û bê elektirîk e, her roj gelê me tê qetilkirin û bi dehan cenazeyên me li benda defnkirinê ne. Em bi dijminekî tehmula wan ji cenazeyê me re tineye re rû bi rû ne."
Însiyatîfa Gel a Amedê, got, "Êdî dem hatiye ku ji terora dewletê ya li ser Sûr û navçeyên din ên Kurdistanê re bibêjin “Êdî bes e” û banga sibehê rawestandina jiyanê li Amedê kir. Însyatîfa Gel a Amedê bi bîr xist ku divê xwendekar neçin dibistanan, memûr û karker neçin kar. Însiyatîfê wiha bi dawî kir: “Divê esnaf kepengan venekin. Ajokar jî qontaxan bigirin. Li her herêma Amedê agirê berxwedanê bê pêxistin, her kes pêşiya mala xwe biparêze. Sibehê wê gelê Amedê di pêşengiya ciwan û jinan de bi ruhê serhildanê dakevin qadan û biherikin Sûrê. Ev dorpêç divê rabe û wê rabe jî. Berevajî, wê bê dem serhildan bidomin.”