Li Edeneyê 3 xwendekar hatin girtin

Ji 4 endamên DEM-GENÇ'ê yên li Edeneyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 3 kes ji wan hatin girtin.

Yekîneyên polîsên Tirk li Edeneyê di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girt. Polîsên Tirk  di serdegirtina malan de endamên DEM-GENÇ'ê Mehmet Reşît Toygun, Muhammed Şehmus Şahîn, Halîl Îbrahîm Bozan û Dîcle Akdenîz binçav kirin.

Dîcle Akdenîz li muduriyeta  polîsan serbest hat berdan, lê 3 endamên DEM-GENÇ'ê yên xwendekarên zanîngehê ne, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê  bi daxwaza girtinê 3 xwendekar sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê 3 xwendekaran de bi îdîaya "peywîra polîsan asteng kiriye" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Hat zanîn ku der barê 2 xwendekarên din de jî biryara lêgerînê hatiye derxistin.

Li navçeya Tarsûsê ya Mersînê jî polîsan piştî bi zarokê seqet ê bi navê E.A girtek dan îmzekirin, bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin. 3 zarok li dozgeriyê serbest hatin berdan û 2 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî der barê 2 kesan de biryara darizandina venêrtî da.