Encu ya ku piştî bîranîna Roboskiyê rewşa wê ne baş bû, jiyana xwe ji dest da

Encu (45) ya ku piştî bîranîna Roboskiyê rewşa wê ne baş bû, jiyana xwe ji dest da.

Encu (45) ya ku piştî bîranîna Roboskiyê rewşa wê  ne baş bû, jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qileban ê Şirnexê, di 28’ê Kanûnê 2011'an de 34 ciwan û zarok di encama bomberdûmanên balafirên dewletê de bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna ciwanan li gundê Roboskiyê xizmên şehîdan, Besna Encû jî amade bû, piştî bîranînê rewşa tendirustiya wê ne baş bû ji ber vê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Dayika Encu ya ku qrîza dil derbas kir tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe dest da. 

Dayika Encû ya cenazeyê wê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê, wê sibehê li gundê Roboskiyê were defnkirin.