Rojavayiyan 'dîwarê şermê' yê dewleta Tirk protesto kirin

Piştî ku dewleta Tirk li nava xaka Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwêr kir, bi hezaran welatiyên ji bajarê Tirbêspiyê, ji bo şermezarkirina vî dîwarê şermê herikîn gundê Til Cehan ê li ser sînor.

Dewleta Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dîwarê şermê lê dike. Ji bo lêkirina vî dîwarî, bi dehan metreyan ket nava xaka Rojava. Bi hezaran Rojavayî yên ji bajarê Tirbespiyê ji bo şermezarkirina vê rewşa binpêkirina xaka Rojava, herikîn gundê Til Cehan ê Tirbespiyê.

Leşkerên Tirk ên dagirker ên ji hatina gel ditirsin, ji bo Rojavayiyên dimeşin ser sînor ji hev belav bikin, guleyan direşînin.

Di nava girseya gel a diçe ser sînor de heyetek ji Meclîsa Gel a Tirbespiyê jî heye. Heyetê bi leşkerên Tirk re hevdîtin kir.

Hat ragihandin, ku eger leşkerên Tirk li ser sînor lêkirina dîwarê şermê bidomîne, wê gel li ser sînor bimîne û çalakiyê pêk bîne.