Cenazeyê Sedat Baran bi dirûşman spartin axê

Cenazeyê Sedat Baran (21) ê li Mersînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di merasîmê de girseyê bênavber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" qîr kirin û hêrsa xwe ya li hemberî dewletê nîşan da.

Cenazeyê Sedat Baran (21) ê li Mersînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di merasîmê de girseyê bênavber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" berz kir û hêrsa xwe ya li hemberî dewletê nîşan da. Dayika Baran, bi gotina "Mirin li te nehat" kurê xwe oxir kir, xwişka Baran jî bi gotinên "Emê têkoşîna te li erdê nehêlin. wê  ev têkoşîn bi dawî nebe" peyama bilindkirina têkoşînê da.

Cenazeyê ciwanê bi navê Sedat Baran (21) ê ku duh li Taxa Gundogdu ya navçeya Akdenîz a Mersînê di çalakiya piştgiriya berxwedana rêveberiya cewherî de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, ji morga Saziya Tip a Edlî hate wergirtin. Malbata Baran, rêvebir û endamên HDP'ê û nûnerên MEYADER'ê jî di nav de bi dehan kes cenazeyê anî Mersînê. Cenazeyê Baran, di ketina Mersînê de ji aliyê kerwana bi sedan wesayîtan hate pêşwazîkirin û li ber çepik û dirûşmeyan anîn Mizgefta Nurê. Li vê derê jî bi hezaran kes ji bo merasîma cenazeyê Baran amede bûn.

'PKK GEL E GEL LI VIR E'

Cenazeyê baran, piştî wecîbeyên olî li ser milan li wesayîta cenazeyê hate bicihkirin. Di vê demê de, bi hezaran kes bi yek dengî dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kir. Cenazeyê Baran li ser milan ber bi Goristana Guneykentê ve hate birin û hemû rê ji trafîkê re hatin girtin. Welatiyên ku derketin şaneşîn û şibakeyan jî Baran silav kirin. Di meşê de girse bênavber dirûşma "PKK gel e gel li vir e" berz kir. 

'EMÊ TÊKOŞÎNA TE LI ERDÊ NEHÊLIN'

Li ber goristanê, hevalên Baran darbesta wî hildan ser milên xwe û birin cihê definkirinê. Baran li vê derê li ber dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê. Dema Baran dihat definkirin, dayika wî bi gotinên "Mirin li te nehat" êşa xwe anî ziman. Xwişka Baran jî bi gotinên "Emê têkoşîna te li erdê nehêlin. Emê xwedî li têkoşîna te derkevin. Emê ji kujeran hesap bipirsin. wê  ev têkoşîn bi dawî nebe" diyar kir ku wê  xwedî li têkoşîna Baran derkevin. 

Piştî Baran spartin axê, girse çû konê şînê yê li Taxa Guneşê hatiye danîn.