Çeteyan li xeta Efrîn-Ezazê derbên giran xwar

Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên duh êvarî êrîşî çeperên HSD’ê kirin derbên giran xwarin.

Gundên Malîkiya û Şewarka ên ji aliyê çeteyan hatibûn dagirkirin hatin rizgarkirin. Bi dehan çete hatin kuştin. 6 cenazeyên çeteyan li gundê Şewarka ketin destê şervanên HSD’ê.

Li gor agahiyên ji herêmên hatin girtin, şerê di navbera çeteyên El Nûsra û Ehral El Şam ên bi piştgiriya Tirkiye û şervanên HSD’ê de ji duh êvarî ve dijwar bû.

Şervanên HSD’ê piştî gundê Malîkiye, Embara genim a li gundê Şewarka ya 7-8 kîlometreyan li başûrê Ezazê ye û xaçerêya Kelehê ya li nêzî Til Marûfê danê sibehê rizgar kir.

Li Şewarka ya ku gelek çete hatin kuştin, 6 cenazeyên çeteyan ketin destên şervanên HSD’ê.