Encu: Li Roboskî komkujiyeke bi plan hat kirin

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li ser Komkujiya Roboskî ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 kes bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin, pêşnûmeyeke lêkolînê pêşkêş kir.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnex ê Ferhat Encu, ji bo lêkolînkirina komkujiyê pêşnûmeyek pêşkêş kir. Encu di pêşnûme de ragihand ku Komkujiya Roboskî di çarçoveya plan û bernameyekê e hatiye kirin.

Encu da xuyakirin ku heman piştî bûyerê, dewletê bi sansura li ser çapemeniyê re hewl da ser bûyerê binixumîne û ji bo berpirsyar neyên cezakirin, pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Encu ragihand, ku spasiya Erdogan li Serokatiya Fermandariya Giştî ya artêşê kir, biryarên dadgeriyê yên li dijî hiqûqê û zextên li malbatên Roboskî hatin kirin, nîşan didin ku ev komkujî di çarçoveya plan û bernameyekê de hatiye kirin.

Encu, ji bo lêkolînkirina Komkujiya Roboskî ji parlamentê xwest komîsyonekê ava bike.