Gelê Cizîrê: Em ê teqez bi ser kevin

Berxwedana gelê Cizîrê yê li hember êrîşên qirkirinê serî natewîne didome. Bi sedana Cizîrî yên ku qedexe nasnekirin, bi dirûşma, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ve li navçeyê meş li dar xistin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di roja 15. a êrîşan de tevî qetlîaman jî berxwedana gel mezin dibe. Bi sedana Kurdistaniyên qedexe nasnekirin li pêşiya Medresa Sor hatin cem hev. Girseya ku Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî tê de bi dirûşmên, “Em Ê Bi Berxwedanê Ve Bi Ser Bikevin” li ser Cadeya Sûka Kevn ber bi Qada Elexane ve ketin meşê.
Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Qada Elepxane axivî, destnîşan kir ku qedexeyên dewletê nas nakin û wê berxwedanê teqez bi ser bixînin.

Sariyildiz bi bîr xist ku nikarin bi êrîşan îradeya gelê Cizîrê bişkînin, wiha got: “Botan bi salan e li ber xwe dide. Em bang li tevahî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bibin hevparê  vê berxwedanê.” Sariyildiz bertek da medyaya Tirk a ku nûçeyên derewîn çêdike, wiha got: “Ji bo pitika li vir hate qetilkirin, wek nûçeya di nav pevçûnê de ma serwîs kirin. Ewqasî nemerd in.”

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşm û çepikan dîsa vegeriya qada Medresa Sor.