Nazlier û Baran ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Nazlier û Rezan Baran ên di pevçûna li navçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Nazlier û Rezan Baran ên di pevçûna li navçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Serhat Nazlier (Ferhat Amed) ê ku yek ji 3 gerîlayên HPG’ê yê di pevçûna pêr li gundê Mêrane yê girêdayî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Licê ya Amedê, welatiyê sivîl ê bi navê Rezan Baran jî li navçeya Hezex a Şirnexê bi merasîmekê ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Rêzan Baran di ketina navçeya Hezexê de ji aliyê girseyek di nav de parlamenterên HDP’ê Alî Atalan û Erol Dora jî tê de bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin, girseyê darbesta Baran hilgirt ser milên xwe ber bi Goristana Şêx Hesen a Hezexê ve ket rê.
Bi sirûda, “Ey Reqîp” ve rêz hat girtin. Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan axivî, wiha got: “Dijminên gelê Kurd her tim ji bo gelê Kurd jiyanek kole û bê rûmet layiq dibînin. Lê gelê Kurd ti carî ev qebûl nekir û wê ti carî jî neke. Em ji bo vê berdêlan didin.”
Bavê Baran, Mehmet Baran jî wiha axivî: “Bila serê gelê Kurd û Rêbertiyê sax be.” Bav Baran diyar kir ku ev pêşwazîkirina bi hezaran kesî tê wê wateyê ku têkoşîna kurê wî dijî. Baran ragihand ku wê têkoşîna azadiyê bidomînin.
Piştî axaftinan cenazeyê Baran spartin axê.
NAZLIER BI DIRÛŞMEYAN HAT OXIRKIRIN
Bi hezaran kes gerîlayê HPG'ê Serhat Nazlier (Ferhat Amed) li Şehîdgeha Ş.Harun a Licê spartIN axê. Xizmên Nazlîer bi gotinên "Ferhadê min hê bihar nehatiye, tu bi ku ve diçî, hevalên te di vê sermayê de ne, li wir in. Ka bila bihar were" li pey Nazlier lorandin.
Gerîllayê HPG'ê Serhat Nazlîer (Ferhat Amed) ê ku roja borî li navçeya Kerboran a Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Ş.Harun a Licê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxir kirin. Cenazeyê Nazlier, piştî karên otopsiyê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate wergirtin û ew anîn Licê. Li Licê, bi hezaran kes cenazeyê Nazlîer pêşwazî kir û cenaze anîn Şehîdgeha Ş.Harun a li taxa Speynî.
'KA BILA BIHAR WERE'
Ji bo Nazlîer, li goristanê merasîma cenazeyê hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî merasîmê bû. Xizmên Nazlîer, di merasîmê de nelet li hikûmeta AKP'ê barandin û bi gotinên "Ferhadê min hê bihar nehatiye, tu bi ku ve diçî, hevalên te di vê sermayê de ne li wir in. Ka bila bihar were, wê demê ew ê te pêşwazî bikin" li pey Nazlîer lorandin.
Di merasîma cenazeyê de Hevseroka DBP'a Amedê Hafîze Îpek jî axivî û got ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
'ÎRO NE ROJA GIRÎNÊ YE'
Kekê Nazlîer, Ramazan Nazlîer jî bi van gotinan hestên xwe anî ziman: "Birayê min û hevalên wî ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Ferhat ne tenê yê me şehîdê hemû gel e. Îro ne roja girînê roja bilindkirina têkoşînê ye."
Piştre Nazlier spartin axê.
Ji bo Nazlier li Amedê li Mala Şînê ya Temiran sersaxî tên qebûlkirin.