Roboskiyan: Qatil AKP’ ye; berxwedana me wê bidome!

Malbatên Roboskiyan, li ser goristana zarokên xwe hêrs nîşan dan. Di meşê de dirûşmên “Qatil Erdogan Wê Hesab Bide” û bi peyama “Berxwedana Me Wê Bidome” da.

Malbatên Roboskiyan, li ser goristana zarokên xwe hêrs nîşan dan. Di meşê de dirûşmên “Qatil Erdogan Wê Hesab Bide” û bi peyama “Berxwedana Me Wê Bidome” da.

Ji bo merasîma bîranînê ya qatlîama Roboskê ku 34 kesên beriya 4 salan hatin qetilkirin bi hezaran kes kom bûn.

Merîsama ku bi şîara "Li dijî qatlîaman xwerêveberî, li dijî şer aştî" hate lidarxistin û diyarî Tahîr Elçî hate kirin de peyama "Duh li Roboskê îro li Cizîr, Sîlopî, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê qatlîam berdewam dikin" hate dayîn. Di merasîmê de hate gotin ku kujerên qatlîamê heman kes in û ev tişt hate gotin: "Dewlet qetil dike, kiryar nayên darizandin. Lê em ê têkoşîna xwe û lêgerîna edelatê bidomînin, dev jê bernadin."

Merasîma bîranîna ya 4'emîn salvegera qatlîama Roboskê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên artêşa tirk ve 34 kes hatibûn qetilkirin bi pêşengiya Roboskî-Der, rêxistinên HDP û DBP yên Qilabanê ve hate lidarxistin. Merîsama ku bi şîara "Li dijî qatlîaman xwerêveberî, li dijî şer aştî" hate lidarxistin, diyarî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Mînareya Çarling hate qetilkirin, hate kirin

Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Osman Baydemîr, Erdal Ataş, Mehmet Alî Aslan, Alîcan Onlu, endamê PM a HDP'ê Yuhanna Aktaş, rêxistinên DBP'ê yên navend û navçeyan, hevşaredarên DBP'ê û bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de bê navber dirûşmên "Qatil dewlet wê hesab bide" "Qatil Erdogan wê hesab bide" "34 can dijîn Roboskê li ber xwe dide" "Qatil dewlet wê ji Kurdistanê bicehnime" "Bijî berxwedana Cizîrê" "Bijî berxwedana rêveberiyên cewherî" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. li cihê bîranînê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YPG'ê 34 kesên ku li Roboskê hatin qetilkirin hatin daliqandin. 

KIRYAR HÊJ NEHATIN DARIZANDIN

Ji bo kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin û sirûda neteweyî ya kurdan "Ey Reqîb" hate xwendin û li ser navê malbatan Narîn Ant metna çapemeniyê xwend. Ant bi bîr xist ku kujer hêj nehatine darizandi û wiha axivî: "Kujer nehatin darizandin û îro jî qatlîamên nû tên kirin. Bi qedexeyên derketina derve re ciwan, jin, zarok tên qetilkirin li Kurdistanê. Cenazeyên dayikan bi rojan li kolanan dimînin, zarokên di zikê dayikên xwe de tên qetilkirin. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê bajarên me tank û topan ve tên dorpêçkirin û qetilkirin. Em ji Roboskê dizanin ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan gemekî erzan e.

'EM DEV JI LÊGERÎNA EDELATÊ BERNADIN'

Ant di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em ji qetilkirina parêzer Tahîr Elçî dizanin ku mi Roboskê xwîşk û birayên me, yên hevserên me qetil dikin her roj li cihên cuda mirovên me qetil dikin." Ant serbestberdana kiryarên Somayê jî rexne kir û ev tişt got: "Dewlet qetil dike, kiryar jî nayên darizandin. Lê em ê dev jî têkoşîna xwe û lêgerîna edelatê bernedin."

'BILA DEWLET JI DAYIKAN BITIRSE'

Felek Encu ya li ser navê dayikên Roboskê axivî û diyar kir ku kiryar diyar in û ev tişt anî ziman: "Îro li pişt xendekan ên ku wekî şêran li ber xwe didin silav dikim. Ez tenê dayika yên li Roboskê hatin qetil kirin nînim. Ez dayika şehîdên Kurdistanê me. Ji Kobanê heta Pirsûsê. ji Cizîrê heta bedenên Amedê yên li ber xwe didin silav dikim. Encu anî ziman ku ew ê tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ti caran qebûl nekin û wiha axivî: "Bila dewlet ji me dayikan bitirse. Em ê ti caran dev ji têkoşîna xwe bernedin."

BAYDEMÎR: wê BIBE SALA AZADIYÊ

Piştre parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr axivî û wiha got: "Ey xwedê ne bes e? Em tên qetilkirin. Îro jî zarokên me, zarokên me yên 3 mehî qetil dikin. Lê cara baweriya min bi xwedê heye gelê kurd jî wê bi berxwedana xwe ve azad bibe. Sedsala 21'emîn wê bibe sed sala azadiya gelê kurd, bibe sedsala azadiya gelan. Ey xwedê îxanetê neke nesîbê me. Roja ku bikî nesîbê me emaneta xwe bigir ku em îxanetî gelê xwe nekin."

‘EM HÊZA XWE JI BERXWEDANA XWE DIGIRIN’

Baydemîr da zanîn ku dayikên Roboskê yê ev 4 sal in dixwazin kiryar bên darizindin û wiha got: “Em îro çi bêjin jî nikarin êşa dilê xwe bi dawî bikin. Em li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr li dijî hovîtiyê serê natewînin. Ger kiryarên Roboskê bihatana darizandin wê îro li Amed, Enqere û Pirsûsê qetlîam pêk nehatana. Aqûbeta Hîtler çibû wê yê vana jî wisa be. Bila Enqere baş bizanibe ku ew hêza xwe ji Hîtlerê digirin. Lê bîla vê yekê jî baş bizanibin ku em jî hêza xwe ji şehîdên xwe yên leheng digirin. Em ê dengê kurdan bi hêza ku me ji wan girtiye bigihîjînin cîhanê. Dixwazin me jî tune bikin. Lê wê kurd hemû sînoran ji holê rakin û ti car li hemberî zilmê serî netewînin.”

ENCU: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Peyama Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî ji aliyê Narîn Ant ve hat xwendin. Encû di peyamê de diyar kir ku dewlet xwest bi qetlîama Roboskiyê bi kurdan serî bite tewandin û wiha got: “Lê em ê serî netewînin. Em kesên ku di komkujiya Roboskê de hatine qetilkirin bi bîr tînin û soza ku wê têkoşîna xwe bidomînin didin.”

BEŞTAŞ: KUJER HEMAN IN

Parlementerê HDP’ê yê Edeneyê û Alîkaryê Serokatiya HDP’ê Meral Danişbeştaş jî da zanîn ku qetlîama Roboskê şerma AKP’ê ye û wiha got: “4 sal berê li vê erdîngariyê wehşetek pêk hat û AKP ji ser vê wehşetê bigire teklîfa pere li malbatan kir. Lê gelê Roboskê qebûl nekir û seknek bi rûmet nîşan dan. Qatîlên Roboskê îro li Cizîr, Silopî, Sur, Nesêbîn û Kerboranê jî qetlîamên xwe berdewam dikin. Kujer heman kujerin.”
Piştî axaftinan ber bi gora 34 ciwanan ve meş pêk hat.