Li Swîsreyê protestoyên terora dewleta Tirk didomin
Kurdistaniyên li Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd û qetilkirina zarok, ciwan, kal û bi temamî gelê Kurd a hikûmeta AKP’ê protesto kirin.

Kurdistaniyên li bajarên Orebro, Borlenge, Stockholm, Kalmar, Ûppsala û herêma Dalarna dijîn, cara duyem daketin qadan qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin. Berxwedana xwerêveberiyê ya demokratrîk ya li Cizîr, Sûr, Kerboran, Nisêbîn û Silopiyê silav kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê Kurdistanî li navenda bajarê Gevle a gara trenê kom bûn, bi dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Destê Xwe Yê Bi Xwîn Ji Kurdistanê Bikşîne” û “Artêşa Tirk Ji Kurdistanê Derkeve” qîr kirin.
Di çalakiyê de wêneyên qetlîamên dewleta Tirk ên li hember sivîlan û alên PKK,KCK,PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hilgirtin. Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre de li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, bêdengbûna Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swîsre hatin rexnekirin.
Kurdistaniyan bang li raya giştî ya Swîsre kirin ku ji bo piştevaniya xwerêveberiyê dengê xwe bilind bikin.