KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
8 cenzeyê li Şirnexê li benda defnkirinê ji aliyê polîsan hatin revandin
Cenazeyên 8 kesan ên piştî li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin û rakirin Nexweşxaneya Dewleta Şirnexê vê sibehê bêyî agahiyê bidin malbatan, polîsan revandin û birin Cizîr û Silopiyayê. -
Li Silopiyayê 7 cenaze tên rawestandin
Cenazeyên 7 welatiyên di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, li Silopiyayê hê di mal û mizgeftan de tên rewastandin. Ji van 3 cenaze yên zarokan e. -
Çalakiya edaletê bi şîara ‘ Qatil Erdogan’ hat lidarxistin
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê berdewam dike. -
Li Geverê sewqiyata leşkerî berdewam dike
Li Geverê gelek leşker û wesayîtên zirxî ji Fermandariya Tugayê ji bo Qereqola Micîcan hatin sewq kirin. -
Rûsya: Em êrîşên li bajarên Kurdan bi fikar dişopînin
Di daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve ya Rûsya ya têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku pirsgirika Kurd tenê bi rêbazên siyasî çareser bike. -
Rûsya: Me tankerên DAIŞ’ê yên diçû Tirkiyeyê kirin hedef
Rûsya da xuyakirin ku li tankêrên petrolê yên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê diçûn Tirkiyeyê dane. -
Li Cizîrê polîsan memûrê tenduristiyê yê diçû alikariya birîndar qetil kirin
Li Cizîrê Azîz Vûral ê ku li Nexweşxaneya Dewletê memûrê tenduristiyê ye, dema hewl da alîkariya jineke ku ji ber gulebarana tîmên taybet ji lingê xwe birîndarbûyî bike, bû hedefa polîsan. -
Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê: Em xwerêveberiyan pîroz dikin
Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Huso, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê pîroz kir û banga destekkirina berxwedana xwerêveberiyan kir. -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya KURDÎ-DER’ê
Li Silopiyayê polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser avahiya KURDÎ-DER’ê. Lêgerîna li avahiyê didome. -
Cenazeyekî din sewqî Şirnexê hat kirin
Cenazeyê ku tê gotin ê kesekî 55-60 salî ye, hînê nasnameya wî zelal nebûye. -
Fermandariya HSD'ê encamên Operasyona Teşrînê aşkere kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), encamên operasyona di 23'ê Kanûnê de li bejahiya başûrê Kantona Kobanê li hemberî çeteyên da destpêkirin, aşkere kir. -
Li Silopiyayê agahî ji 2 kesan nayê girtin
Li Silopiyayê, ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 17. de ye, ev 2 roj in agahî ji kesên bi navê Sadik Deger (45) û Necatî Bayar nayê girtin. -
Kekê Oral ê hat qetilkirin: Em amade ne berdêlan bidin
Takyeddîn Oral ê 25 salî yê di êrîşên 19 rojan ên li Kerboranê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. -
HPG: Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyeke gerîla ya li hemberî tabûra Zivingê ya li Gabarê de 2 leşker hatine kuştin. -
Silopiyayî li dijî dorpêçî û terora dewletê daketin kolanan
Silopiyayî, ku ev 17 roj in ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin û rastî terora hêzên dewletê tên, li dijî dorpêçiyê daketin kolanan. Parlamenter Îrmez di çalakiyê de axivî û banga piştevaniyê li gelên Tirkiyeyê kir. -
Tong ê bi guleya polîsan li Cizîrê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Kazim Tong ê li Cizîrê bi guleya tîmên taybet ên Tirk ji serê xwe bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. -
Yuksekdag: Berxwedana ku jin di nav de ye têk naçe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser rola jinan a di berxwedana xwerêveberiyan de û got, "Eger jin wisa li ber xwe dide, ew berxwedan têk naçe." -
HDP'yiyên li Stenbolê ketin ser rêya Amedê
Ji bo tevlî meşa sibe ya li Amedê bibin, HDP'yiyên li Stenbolê ji Stenbolê bi rê ketin. -
Wargeha Ş. Rustem Cûdî silav da berxwedana Bakur
Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekê piştgirî dan berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê. Di meşê de terora dewleta Tirk bi tundî hat şermezarkirin. -
Terora dewletê ya li Cizîrê dewam dike
Di roja 17. a terora dewleta Tirk a li Cizîrê de, tîmên taybet gule berdan Kazim Tong ê zarokên xwe dibir malê. Tong bi guleya polîsên Tirk ji serê xwe bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. -
Cenazeyên Guzel û Erener hatin veşartin
Cenazeyên Huseyîn Guzel (70) û dengbêj Salih Erener (Salihê Şirnexî) yên li navçeya Şirnex Silopiyayê hatin qetilkirin, li Şirnexê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Leşkerên Tirk ew bi îşkenceyê qetil kirin û avêtin ser sînorê Îranê
Li bejahiya gundê Gungoren ê ser bi navçeya Agirî Bazîdê, duh êvarê welatiyê bi navê Bekîr Angî (35) ji aliyê leşkerên Tirk ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. -
Asayîşa Girê Spî: 3 çete hatin kuştin
3 çeteyên xwestin êrîşî Navenda Asayîşê ya Girê Spî bikin, hatin kuştin. Di şer de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Geverê gel li ber xwe dide, hêzên dewletê xwe vedikişînin-HAT NÛKIRIN
Li Geverê, hêzên dewletê xwestin bikevin nava Taxa Cûmhûriyetê. Dema gel li ber xwe da, hêzên dewletê xwe vekişandin. Li dijî êrîşan gel nobedê digire. -
Li Sûrê, 1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin
Li Sûrê di şerê navbera hêzên dewleta Tirk û YPS'ê de, 1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin.