Li Sûrê, 1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin
Li Sûrê di şerê navbera hêzên dewleta Tirk û YPS'ê de, 1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin.
Li Sûrê di şerê navbera hêzên dewleta Tirk û YPS'ê de, 1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin.
Li navçeya Amed Sûrê, tîmên tevgera taybet û leşkerên Tirk ên ji duh bi şev û vir ve li serê kolanan bi bombe û tankan êrîşî taxan dikin , li taxa Hasirli gelek mal şewitandin. Li taxa Savaş jî, ji ber guleyên bombeavêjê lê ket, 3 qatên avahiyek ji 6 qatan şewitîn.
Di şerê navbera hêzên dewleta Tirk û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de hat ragihandin ku 3 leşker û tîmekî taybet ên Tirk hatine kuştin. Li gorî agahiyan, cenazeyên her sê leşkeran û tîmê taybet ji cihê şer hatine rakirin. Kask û mertalên wan jî li cihê bûyerê man.
Li aliyê din, piştî rabûna qedexeya li Kolana Gazî hat ragihandin ku şêniyên bi zorê ji aliyê hêzên dewletê ve ji malên xwe hatine derxistin, li malên xwe vegeriyane.