Terora dewletê ya li Cizîrê dewam dike
Di roja 17. a terora dewleta Tirk a li Cizîrê de, tîmên taybet gule berdan Kazim Tong ê zarokên xwe dibir malê. Tong bi guleya polîsên Tirk ji serê xwe bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd, di roja 17. de dewam dike.
Li kolana Ozkan a taxa Nûrê, welatiyê bi navê Kazim Tong dema zarokên xwe ji mala lê bûn dianî mala xwe, bû hedefa guleyên polîsên Tirk. Tong bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû. Şêniyên taxê mudaxleya destpêkê kirin û bi ambûlansê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li aliyê din, tankên li derdora Fermandariya Garnîzona leşkerî ya li taxa Nûrê bi cih bûne, danê sibehê top li taxa Nûrê barandin. Ji ber topbaranê gelek mal veguherîn xirbe. Wekî din, tankên dewleta Tirk ên li girê Cahferî Sadik ê taxa Cûdî bi cih bûne, topan diavêjin taxê.