Li Cizîrê polîsan memûrê tenduristiyê yê diçû alikariya birîndar qetil kirin

Li Cizîrê Azîz Vûral ê ku li Nexweşxaneya Dewletê memûrê tenduristiyê ye, dema hewl da alîkariya jineke ku ji ber gulebarana tîmên taybet ji lingê xwe birîndarbûyî bike, bû hedefa polîsan.

Li Cizîrê Azîz Vûral ê ku li Nexweşxaneya Dewletê memûrê tenduristiyê ye, dema hewl da alîkariya jineke ku ji ber gulebarana tîmên taybet ji lingê xwe birîndarbûyî bike, bû hedefa polîsan.

 Guleyên tîmên taybet reşandin li serê Vûral ket, jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê ku terora dewletê didome, hêzên dewletê nikarin berxwedana xwerêveberiya gel bişkînin, kesên ku hewl didin sivîlên ji aliyê hêzên dewletê hatine birîndarkirin rizgarbikin dikin hedef. Azîz Vûral ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê memûrê tenduristiyê ye, dema hewl da alîkariya jineke ku li kolanê ji ber gulebarana tîmên taybet ji lingê xwe birîndarbûyî bike, bû hedefa polîsan.  Guleyên tîmên taybet reşandin li serê Vûral ket, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Vûral ê ku bavê 2 zarokan e û cenazeyê wî li kolanê ye, ji ber êrîşên giran kes nikare cenaze ji kolanê bigire.

Bi qetilkirina Vûral re ji 14’ê Kanûnê ve di qedexeya kolanan de 25 kes hatin kuştin. Di nav van 25 kesan de pitikek di zikê dayika xwe de û Mîray Înce ya 3 mehî jî heye.

...