Cenazeyên Guzel û Erener hatin veşartin

Cenazeyên Huseyîn Guzel (70) û dengbêj Salih Erener (Salihê Şirnexî) yên li navçeya Şirnex Silopiyayê hatin qetilkirin, li Şirnexê bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyên Huseyîn Guzel (70) û dengbêj Salih Erener (Salihê Şirnexî) yên li navçeya Şirnex Silopiyayê hatin qetilkirin, li Şirnexê bi merasîmekê hatin veşartin.

Huseyîn Guzel (70) 14 roj berî niha di encama êrîşên dewletê de jiyana xwe ji dest dabû. Dengbêj Salihê Şirnexî (Salih Erener) jî ji nişkave nexweş ketibû û ji ber ku dewletê destûra hatina ambûlansê neda wefat kiribû. 

Cenazeyê Erener û Guzel ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin wergirtin. Cenaze piştî wecîbeyên olî li goristanên taxên Yeşîlyûrt û Gundoduyê hatin definkirin. Parlementerên HDP'ê Osman Baydemîr, Leyla Bîrlîk, Ayşe Acar Başaran û Alîcan Onlu, Hevşaredarên Şirnexê, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar, Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Şirnexê Mele Halît Gurgen û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn.

'DEWLET ÊDÎ NE REWA YE'

Cenaze piştî rizgirtinê ji aliyê welatiyan ve hatin definkirin. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Şirnexê Mele Xalid Gurgen li vir axivî û got: "Di ti olan de zilmek wiha tine ye. Divê hemû gelên bindest piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd." Rêveberê Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Yahya Îdîn jî diyar kir ku ti rewabûna dewletê ya li Kurdistanê nema ye. 

'AQÛBETA WAN JÎ WÊ MÎNA YA SADDAM BE'

Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî êrîşên dewletê şermezar kirin. Beydemîr ev tişt gotin: "Ev ne şehîdên yekemîn ên gelê Kurd in. Ku em wekî gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bikin, em ê zûtir encamê bigirin. Em laîqî şehîdên xwe bibin wê serketin a me be. Aqûbeta yên gelê me qetil dikin jî wê wekî ya Saddam be. Wê wekî ya Nemrûd be. Berxwedana me jî berxwedanek >Brahîmî ye. Xwedê heqê me ji van zaliman re nehêle." 

Birazê Erener, Halîl Erener jî spasiya xwe ji hemû kesên tevlî merasîm bûyî kir. Erener xwest ku her kes ji bo aştiyê têbikoşe.

...