Asayîşa Girê Spî: 3 çete hatin kuştin

3 çeteyên xwestin êrîşî Navenda Asayîşê ya Girê Spî bikin, hatin kuştin. Di şer de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.

3 çeteyên xwestin êrîşî Navenda Asayîşê ya Girê Spî bikin, hatin kuştin. Di şer de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.

Ji rêveberên Asayîşa Kantona Kobanê Baran Dêrik da xuyakirin, ku duh bi şev saet di 03:00 de 3 çeteyên DAIŞ'ê xwestin li hemberî Navenda Asayîşê ya Girê Spî çalakiya întiharî bikin. Dêrik diyar kir ku hêzên asayîşê bi çeteyan hesiyan û nehiştin ku çete bikevin hundir. Li derdora avahiyê di navbera hêzên Asayîşê û çeteyan de şerekî dijwar qewimî.

Hat ragihandin ku şer heta saet 05:00 dewam kir û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Dêrik anî ziman ku di vî şerî de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.