Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê: Em xwerêveberiyan pîroz dikin
Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Huso, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê pîroz kir û banga destekkirina berxwedana xwerêveberiyan kir.

Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Huso da xuyakirin ku tevahiya gelê Kurdistanê bi serketinê dest bi sala nû dike û bang li her kesî kir ku di sala 2016'an de bikevin bin barê têkoşîna niha li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û destekê bidin berxwedanê.
Huso xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got, "Divê her parçeyên Kurdistanê destekê bidin berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê. Roj roja berxwedanê ye. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê em ê bi hev re li ber xwe bidin."
'BENDEWARYA ME YA HERÎ GIRÎNG AZADIYA BIRÊZ OCALAN E'
Huso di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Bendewariya me ya herî mezin a ji sala 2016'an azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Em hêvîdar in ku sala nû ji bo gelên Ermenî, Asûrî, Suryanî û hemû mirovahiyê di nava aştiyê de derbas bibe."