Cenazeyên 8 kesan ên piştî li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin û rakirin Nexweşxaneya Dewleta Şirnexê vê sibehê bêyî agahiyê bidin malbatan, polîsan revandin û birin Cizîr û Silopiyayê. Têkîldarî revandina cenazeyan li pêşiya morga nexweşxaneyê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî, diyar kir ku ev rewş sûcê şer e, got nasnameyên cenazeyên hatine rewandin jî nehatine ragihandin.
Cenazeyên 8 kesan ên piştî li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin û rakirin Morga Nexweşxaneya Dewleta Şirnexê û ji ber kapasîteya morgê têrê nekir bi rojan e li depoya hewaya sar tên girtin, vê sibehê bêyî agahiyê bidin malbatan, polîsan revandin û birin Cizîr û Silopiyayê. Têkîldarî revandina cenazeyan Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li pêşiya morga nexweşxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir Baydemîr destnîşan kir ku tiştên bi cenazeyan dikin sûcên şer in, wiha got: “Yên li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin ji ber morg tineye bi rojan e îşkenceyê dibînin. Ev sûcê şer e.”
Baydemîr, daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya "PKK û alîgirên wê destûr nadin ku cenaze werin defnkirin" bibîrxist û wiha pê de çû: "Sûcê şer têrê nake, di ser de derewan jî dikin."
7 CENAZE REVANDIN CIZÎRÊ YEK JÎ SILOPIYAYÊ
Baydemîr ragihand ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 7 cenaze li benda defnkirinê ne û wiha berdewam kir: "Tevî cenazeya ku demek berê hat, bûn 8 cenaze. Diviya ku cenaze li Cizîr û Silopiyayê werin defnkirin. Bêyî ku agahiya malbatan jê hebe, 7 cenaze birin Cizîrê, cenazeyek jî birin Silopiyayê."
Baydemîr got ku cenaze bi aweyek derhiqûqî hatine revandin û nasnameyên cenazeyên hatine revandin jî nehatine aşkerakirin.