Polîsên Tirk avêtin ser avahiya KURDÎ-DER’ê

Li Silopiyayê polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser avahiya KURDÎ-DER’ê. Lêgerîna li avahiyê didome.

Li navçeya Silopiya a Şirnexê terora dewletê di roja 17. de didome. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin bikevin nava taxên berxwedanê, bi serdegirtina malan a li ser taxên din re gel neçarî koçberiyê dike.

Operasyonên Polîsên Tirk ên serdegirtina li ser saziyan jî didome.  Polîsên hêzên taybet ên beriya niha bi ser avahiyên rêxistina HDP-BDP’ê ya navçeyê û Şaredariya Silopiyayê de girtibûn, vê carê jî di hedefa wan de Şaxê KURDÎ-DER a Silopiyayê bû. Lêgerîna polîsan a li komeleyê hê didome.