Wargeha Ş. Rustem Cûdî silav da berxwedana Bakur

Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekê piştgirî dan berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê. Di meşê de terora dewleta Tirk bi tundî hat şermezarkirin.

Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekê piştgirî dan berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê. Di meşê de terora dewleta Tirk bi tundî hat şermezarkirin.

Li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh meşek girseyî hat lidarxistin.
 
Di meşa ku bi hezaran xwendekarên seretayî, navîn, amadeyî, akademî û gelê wargehê beşdarbûyîn de alên PKK’ê, KCK’ê,  KJK’ê,  HPG, YJA-STAR’ê, TEVDEM’ê PYD’ê, PYD’ê YPG’ê û YPJ’ê herwiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên pêşeng ên tekoşîna azadiyê û şehîdên berxwedana xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê hatin hildan.
 
Girseya gel saet di 14:00’an de li ber Şaredariya Wargeha Mexmûre dest bi meşê kir û piştî li nava wargehê de meşiya, li ber Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê gel kom bû. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Xwerêveberiyên Bakur’, Bijî Berxedana Gelê Cizir, Sûr, Silopiya, Kerboran, Gever, Nisêbîn û Farqînê’ û ‘Şehîd Namirin hatin qîrîn.
 
Piştî ku meşa gel gihîşt cihê ber Çand û Hûnera Mexmûrê, di şexê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Li dû rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan axivî. Kaçan di destpêka axaftina xwe de silavên gelê Mexmûrê di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, ji şervanên azadiyê yên li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di ber ax û azadiya gelê xwe de têdikoşin û gelê Kurd re şand.

Kaçan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên hovane yên hikûmeta AKP-DAIŞ’ê ku asta hovitiya xwe ji salên 90’î derbas kiriye û hewl dide vîna berxwedanê a gelê Kurd bi fetisandinê bişşkîne şermezar lanet kir. Di axaftina xwe de da zanîn ku hikûmeta AKP’ê û çeteyên Erdogan wê ti car û bi ti awayî nikaribin vîna berxwedana gelê Bakur û xwerêveriyê bêhêz bike û wê nekaribe bişikîne. Di vê çarçoveyê de Kaçan berxwedana gelê Bakur a xwerêvebiriyê bi dilsozî û girêdanek bêhempa silav û pîroz kir.

BERXWEDANA HSD'Ê HAT SILAVKIRIN

Her wisa Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan bal kişand ser berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê ku di pêşengtiya YPG’ê de bendav û bajarokê Tişrînê ji destê çeteyên hov yên DAIŞ’ê rizgar kir, bi vê boneyê berxedana şervanên  QSD’ê silav kir û hêviyên ji bo rizgarkirina Cerablûsê di axaftina xwe de anî ziman.
 
Kaçan di axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku, divê hêzên navneteweyî piştgiriya xwe ji çeteyên Îslama tund ên wek DAIŞ, El-Nûsra û hwd. û AKP’ê vekişînin û piştgiriya gel û hêzên mazlûm û mafdar bikin.
 
Di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Mexmûrê û tevayî gelê Kurd kir ku tevlî têkoşîna xwerêveberiyê bibin.