Kekê Oral ê hat qetilkirin: Em amade ne berdêlan bidin

Takyeddîn Oral ê 25 salî yê di êrîşên 19 rojan ên li Kerboranê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.

Takyeddîn Oral ê 25 salî yê di êrîşên 19 rojan ên li Kerboranê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. Kek Suleyman Oral di axaftina xwe ya li merasîma cenaze de destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe, Kurd wê bi awayekî azad li ser xaka xwe bijîn.

Cenazeyê Takyeddîn Oral (25) ê ku li ber mala xwe ya li taxa Safa ya Kerboranê ji aliyê hêzêan dewletê ve hat qetilkirin, danê vê sibehê ji aliyê malbatê ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbata Oral, wekîlên HDP'yî, rêveberên MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan û hevşaredar jî di nav de girseya gel bi konvoyeke ji sedan wesayîtan, cenazeyê Oral anîn Kerboranê. Piştî wecîbeyên olî cenaze bi meşekê birin Goristana Micir Sefa.

'ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BI AWAYEKÎ AZAD BIJÎN'

Li goristanê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, cenaze hat veşartin. Kek Suleyman Oral li ser gora birayê xwe peyivî û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê gelê Kurd li ser xaka xwe bi awayekî azad bijî.

Oral bibîr xist ku li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin û got, "Kî li pêşberî we serî bitewîne, ew namerd e. Serê me bilind e. Takyeddînek diçe, hezar Takyeddîn tên. Bi kuştinê hûn nikarin me biqedînin. Ev ax axa me ye. Tank û topên we îro hene, sibê nîne. Ev 19 roj in ji bilî xerakirina malan, we çi kirin? Vî gelî li ber xwe da û bi ser ket. Ji bo qezenckirinê em amade ne berdêlan bidin."

Girseya gel piştre ber bi taxa Bahçebaşi ve meşiya û sersaxî ji malbatê re xwest.