Leşkerên Tirk ew bi îşkenceyê qetil kirin û avêtin ser sînorê Îranê
Li bejahiya gundê Gungoren ê ser bi navçeya Agirî Bazîdê, duh êvarê welatiyê bi navê Bekîr Angî (35) ji aliyê leşkerên Tirk ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Li bejahiya gundê Gungoren ê ser bi navçeya Agirî Bazîdê, duh êvarê welatiyê bi navê Bekîr Angî (35) ji aliyê leşkerên Tirk ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Leşkerên ser bi artêşa Tirk, kesekî bi navê Bekîr Angî bi îşkenceyê qetil kirin û cenazeyê wî avêtin aliyê Îranê.
Li bejahiya gundê Gungoren ê ser bi navçeya Agirî Bazîdê, duh êvarê welatiyê bi navê Bekîr Angî (35) ji aliyê leşkerên Tirk ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, dema Angî ji gundê xwe Gungoren ku 2 km dûrî sînor e, ber bi sînor ve dimeşiya, li cihekî nêzî sînor ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Xizmên Bangî yên li aliyê Îranê ne diyar kirin ku leşkeran demek dirêj îşkence li Angî kirine û piştre di nav betaniyek de avêtine aliyê sînor ê Îranê. Welatiyên ku şahidiya îşkence û kuştina Bangî kirin, danê sibehê cihê ku Bangî li wir e.
Cenazê Angî ku mil, pişt û sînga wî ji ber îşkenceyê reş û şîn bûye, radestî rayedarên Îranê hate kirin. Leşkerên Îranê, danê sibehê cenazeyê Angî anîn Deriyê Sînor a Gurbulakê û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Cenazê Angî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê.