Rûsya: Me tankerên DAIŞ’ê yên diçû Tirkiyeyê kirin hedef
Rûsya da xuyakirin ku li tankêrên petrolê yên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê diçûn Tirkiyeyê dane.
Rûsya da xuyakirin ku li tankêrên petrolê yên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê diçûn Tirkiyeyê dane.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov wiha got: “Balafirên şer ên Rûs li 20 tankerên petrolê yê ji Tirkiyeyê re petrola qeçax dibir li bajarê Îdlîb ê Sûriyeyê îmha kirin.” Konaşenkov ragihand ku 6 rafînerên petrolê yên di kontrola çeteyên li Deyr ez Zor û Halepê di êrîşên hewayî de hatin îmhakirin.
‘LI 424 HEDEFA DAN’
Konaşenkov da xuyakirin ku balafirên şer ên Rûs di 2 rojên dawî de 121 sortî pêk anîne, li 424 hedefan dane, cihê êrîşên hewayî pêk hatine jî Heleb, Îdlîb, Lazkiye, Hama, Hûmûs, Şam, Dera, Raqa û Deyr ez Zor e.
Koneşenkov anî ziman ku balafirên şer ên Rûs li herêma Zerba ya Sûriye jî depoya çekan a mezin a El Nûsrayê îmha kirine, got koordînatên depoyê jî ji komek muhalîf a welatparêz a li Îdlîbê wergirtine. Konaşenkov di vê êrîşê de bal kişand ku sîstema fuze ya OSA ya El Nûsra desteserkiribû jî îmha kirine.
BARGEHA DAIŞ’Ê HAT ÎMHAKIRIN
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku balafirên Rûs li Hûmûsê bargehek çeteyên DAIŞ’ê îmha kirine, got, balafirek Sû-25 li nêzî Helebê li stargeheke hatiye xurtkirin daye.