Li Geverê gel li ber xwe dide, hêzên dewletê xwe vedikişînin-HAT NÛKIRIN

Li Geverê, hêzên dewletê xwestin bikevin nava Taxa Cûmhûriyetê. Dema gel li ber xwe da, hêzên dewletê xwe vekişandin. Li dijî êrîşan gel nobedê digire.

Tîmên taybet ên Tirk ku danê vê sibehê hewl dan bikevin nava taa Cûmhûriyetê, lê ji ber berxwedana gel nikarîbûn bikevin nava taxê, niha jî ji ser rêya Şemzînanê hewl didin bikevin nava taxa guleyan lê direşînin.

Li navçeya Colemêgr Geverê, tîmên tevgera taybet saet di 09:00 de xwestin bikevin nava taxa Cûmhûriyetê. Hêzên dewletê bi gelek maşîn û kepçeyên zirrxî hewl dan ji Kolana Kanî Heyder bikevin nava taxê. Li ser vê yekê gel herikî kolanan. Di vê kêliyê de hêzên dewletê ji maşînên zirxî gule li gel reşandin. Lİ ser vê yekê ciwanên li bendên xweparastinê jî bersiv dan hêzên dewletê. Piştî şerekî demkurt, maşînên zirxî xwe ji herêmê vekişandin û neçar man berê xwe bidin rêya Şemzînanê.

Tîmên taybet ên ji wan nehat bikevin nava taxê, trafo û dîrekên elektrîkê yên li pêşiya taxê bi kepçeya zirxî hilweşandin. Piştî ku dîrek hatin hilweşandin, elektrîka li taxê jî qut bû. Têlên ceyranê yên li erdê ne, gefê li jiyana mirovan dixwin."

HEWL DIDIN BIKEVIN NAVA TAXÊ, GEL NOBEDÊ DIGIRE

Gelek maşînên zirxî vê carê jî ji ser rêya Şemzînanê hewl didin bikevin nava Taxa Cûmhûriyetê. Ji maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra gule li nava taxê tên reşandin. Ji taxê jî dengê tilîlî û çekan tê. Şêniyên taxê li dijî êrîşa hêzên dewletê nobedê digirin.