Rûsya: Em êrîşên li bajarên Kurdan bi fikar dişopînin

Di daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve ya Rûsya ya têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku pirsgirika Kurd tenê bi rêbazên siyasî çareser bike.

Di daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve ya Rûsya ya têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku pirsgirika Kurd tenê bi rêbazên siyasî çareser bike, wiha hat gotin: “Em bi fikar aloziya li bajarên Kurdan ên ji ber operasyonên leşkerî yên hikûmeta Tirk bi fikar dişopînin.”

Li gor nûçeya Spûtnîkê ku saziya weşanê ya fermî ya Rûsya ye, ji Wezareta Karên Derve ya Rûsya têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de kesên jiyana xwe ji ber êrîşan ji dest dayî hatin bibîrxistin, wiha hat gotin: “Li hin jiyangehan qedexeya kolanan didome. Destûr nadin ku siyasetmedar, rojnamevan û nûnerên rêxistinên mirovî bigihêjin herêma operasyonê. Li hin cihan kêmahiyên xurekan û malzemeyên tipê hene, mirov ber bi karesatê ve diçin. Li gor hin daneyan, mirovên neçarî koçberiyê hatine kirin ji 100 hezarî bihurî ye.”

HOLLANDA XWESTIBÛ KÛ ALÎKARIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE BÊN RAWESTANDIN

Di rojên bihurî de Parlamentoya Hollanda diyar kiribû ku krediyên didin Tirkiyeyê ji bo avakirina welatekî demokratîk nayê bikaranîn, hatibû destnîşankirin ku pereyên diçin Tirkiyeyê ji bo şerê li bajarên Kurdan tên bikaranîn. Parlamentoya Hollanda banga sekinandina krediyan li YE kiribû. Her wiha hatibû xwestin ku ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistan bisekinin jî bikevin nav tevgerê.