Fermandariya HSD'ê encamên Operasyona Teşrînê aşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), encamên operasyona di 23'ê Kanûnê de li bejahiya başûrê Kantona Kobanê li hemberî çeteyên da destpêkirin, aşkere kir.

Fermandariya Giştî ya HSD'ê encamên operasyona Teşrînê aşkere kir. Fermandariyê ragihand ku di operasyonê de qadeke ji 640 km2 ji çeteyan hatiye paqijkirin, 100 gund û gundik hatine azadkirin û 219 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevkê HSD'ê Telal Silo ve bi zimanê Erebî hat aşkerekirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye: 

"Li ser banga xelkên me yên herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst de bûn û ji bo pêkanîna armancên ku hêzên me li ser bingeha wê hatine avakirin ku em tevahiya xaka Sûriyeyê ji qirêjiya terorê paqij bikin û gelê xwe ji teror û zordariya DAIŞ’ê xelas bikin û gavên ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk, azad û pir rengî operasyona me destpê kir.

Şeva 23' Kanûnê operasyona me li gorî plansaziyeke demkî destpê kir. Operasyona ji du aliyan ve hat meşandin, di milê yekemîn de firehiya 37 km bû heta ku em gihiştin Bendava Teşrîn, aliyê din jî firehiya wê 26 km bû. Bi vê yekê bandora çeteyên DAIŞ'ê, hewldanên wan ên bicihkirina mayînan û wesayîtên bombebarkirî hatin pûçkirin. Li pêşiya wan rê nema. Di demeke kurt de çete li bin ketin. Operasyona di 23'ê Kanûnê de destpê kir û di 25'ê Kanûnê de her du aliyên operasyonê li aliyê rojhilatê Bendava Teşrîn gihiştin hev. Bi vê yekê herêma başûrê gundewarê kantona Kobanê bi temamî hat rizgarkirin. Hêzên me sibeha 26'ê Kanûnê derbasî Bendava Teşrîn bûn. Hin agahî hebûn ku DAIŞ wê bendavê biteqîne û hilweşîne. Ji ber vê yekê me hin tedbîr girtin da ku bendav parastî bimîne.

Piştî ku Bendava Teşrînê hat rizgarkirin, hêzên me li devera Mesakin a bendavê li dor wê zîvirîn û ev herêm bi temamî paqij kirin. Gund û girên li derdora bendavê jî hatin rizgarkirin da ku hêzên me yên li wê herêmê werin parastin. Li derdora bendavê hin mayîn û bombeyên ku çeteyan bicih kiribûn ji aliyê yekîneyên endizyarî hatin bêbandorkirin, her wiha hemû karkerên ku çeteyan ew li bendavê girtî hiştibûn hatin serbestberdan. Yek ji karkeran li ser destê çeteyan şehîd ket.

Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) em parastina vê bandavê wekî erk û peywira xwe dibînin. Me berpirsyariya birêvebirina karûbarên bendavê û vêxistina wê radestî Desteya Enerjiyê ya Kantona Kobanê kir da ku ceyranê bi awayekî wekhev bide hemû herêman. Ji bo xelkên me yên sivîl jî em dibêjin ku em ê her tim bi wan re alîkar bin û ti carî li ser wan nabin bar. Em jî dizanin ku ew ji neçarî li herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de diman, ev yek rastiyeke û çeteyan li ser wan ferz kiribûn. Em ji wan hêvî dikin ku piştgiriyê bidin hêzên me, di navbera me û wan de têkiliyên biratî, mervantî, jiyan û çarenûsî hene."

Telal Silo diyar kir hêzên ku cihê xwe di nava operasyonê de girtin erkên xwe bi awayekî aktîf li gorî plana wan bicih anîn û navên wan wiha rêz kir:

-Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
-Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
-Tabûrên Şems El-Şemal
-Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran)
-Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê
-Meclîsa Leşkerî ya Suryanî
-Lîwaa El-Tehrîr (Tugaya Rizgariyê)
-Kombûna Tugayên Cizîrê

Em malavahiya van hêzên ku piştgirî jî dan me dikin:

-Hêzên Asayîşê
-Hêzên Erka Xweparastinê
-Hêzên Parastina Civakî (HPC)"

Telal Silo diyar kir ku ev pêngava operasyonê bi awayekî koordînekirî bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê re hat kirin, ev yek jî bû alîkar ku operasyon bi ser bikeve û bigihêje armancên xwe.

Silo got: "Di vê operasyonê de 100 gund û gundik bi firehiya 640 km2 ji destê çeteyan hat derxistin, 219 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin cenazeyên 178'an ji wan ketin destê hêzên me.

Di vê pêngavê 9 lehengên me piştî qehremantiyeke mezin şehîd ketin, 7 ji wan şehîdên HSD’ê û 2 jî yên Hêzên Asayîşê bûn.

Em bang li ciwanan dikin ku beşdarî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin. Ev hêzeke niştîmanî ye, ne girêdayî hêzên derve ye. Armanca wê zelal û aşkere ye. Ew dixwazin yekîtiya pêkhateyên welatê me Sûriyeyê yên Kurd, Turkmen, Ereb, Suryan, Asûrî û hwd pêk were. Her wiha armanc, şerê li dijî teror û çeteyên DAIŞ’ê ye ku hemû xaka me ji wan were rizgarkirin.

Di dawiyê de em serketina heyî û hemû serketinên berê û yên tên li malbatên şehîdan, birîndaran û lehengên xwe ku ji bo parastina ewlehî, azadî û aramiya vî welatî canê xwe feda kirine, pîroz dikin."