HDP'yiyên li Stenbolê ketin ser rêya Amedê
Ji bo tevlî meşa sibe ya li Amedê bibin, HDP'yiyên li Stenbolê ji Stenbolê bi rê ketin.
Ji bo tevlî meşa sibe ya li Amedê bibin, HDP'yiyên li Stenbolê ji Stenbolê bi rê ketin.
Endamên rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyên Stenbolê, li ser banga KCD, DBP, HDK û KJA, ji bo beşdarî meşa bi armanca şikandina dorpêçî û komkujiyên bi destê dewletê li Kurdistanê tên kirin, berê xwe dan Amedê. Girseya gel a li ber Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê li hev civiya, daxuyaniyek kurt da çapemeniyê.
'MEŞ WÊ MEZINTIR BIBE'
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylû bal kişand ser dorpêçiya li Kurdistanê bi taybetî li Sûr, Cizîr û Silopiyayê û destnîşan kir, ku ji bo bersivê bidin banga ji Amedê hat kirin, ew ji Stenbolê dikevin ser rê. Soylû diyar kir ku ew ê di destpêkê de beşdarî meşa li Sûrê, dûre jî beşdarî ya li Şirnexê bibin û got, "Ev meş wê mezintir bibe. Em hêvîdar in ku wê bibe wesîleya pêvajoya çareseriyê. Weke HDP û saziyên din, em ê li ser vê bingehê têkoşîna xwe mezintir bikin."
Soylû da zanîn ku wê sibe li gelek navçeyên Stenbolê di heman demê de çalakî bên lidarxistin û got, "Sibe sersal e, lê tiştekî ku hêja ye em pîroz bikin, nîne. Em bi şer, bi êş dikevin sala nû. Saleke nû ku em pîroz bikin nîne. Li welatê me şîn û berxwedan heye"
ROJA YEKŞEMÊ JÎ LI STENBOLÊ ÇALAKÎ HEYE
Her wiha wê roja Yekşemê saet di 15:00 de li ber Lîseya Galatasaray û Meydana Boga ya Kadikoyê, li dijî terora AKP'ê çalakî werin lidarxistin.