Li Silopiyayê 7 cenaze tên rawestandin
Cenazeyên 7 welatiyên di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, li Silopiyayê hê di mal û mizgeftan de tên rewastandin. Ji van 3 cenaze yên zarokan e.
Cenazeyên 7 welatiyên di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, li Silopiyayê hê di mal û mizgeftan de tên rewastandin. Ji van 3 cenaze yên zarokan e.
Di êrîşên tevkujiyê yên li hemberî gelê Kurd de heta niha 14 hemwelatî hatin qetilkirin. Cenazeyê 7 hemwelatiyan şandibûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 7 Cenaze îro jî careke din ji hêla dewletê ve hat revandin û nayê zanîn birine ku derê. Li aliyê din hê 3 jê zarok cenazeyê 7 kesan jî li Silopiyayê di mal û mizgeftan de tên girtin.
Cenazeyê Mehmet Mete (10), Axîn Kanat (16), Reşît Eren (17), Şiyar Ozbek (25), Ayşe Buruntekîn (40), Hasan Sanir (75) û Seyfettîn Sîdar (30) ji ber ku derfetên guncaw nînin, hêdî hêdî xerab dibin. Bi qeşayê hewl tê dayîn ku xerabbûna cenazeyan bê astengkirin.